KNK´ê bi rasthatina salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got,  aliyê Kurd kujer derxistin holê, lê dewleta Fransayê xwe nade ber rohnîkirina komkujiyê, dadgehkirin û cezakirina berpirsan.

 KNK´ê her sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin weke şêrejin bi nav kirin û ji miletê Kurd xwest 11´ê Çile li Parîsê beşdarî çalakiya doza edaletê ya ji bo her sê jinên şoreşger bibe û ji Fransayê bixwaze edaletê pêk bîne.    

KNK’ê bi rasthatina salvegera 7’an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî belav kir. KNK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Sê têkoşerên azadiya Kurdistanê li Parîsê hatin kuştin. Parîs deyndar e, ji ber ku nekarî sê şêrejinên Kurdistanê biparêze. Serê Parîsê şor e ji ber ku perdeya li ser vê komkujiyê ranake.” KNK´ê bang li kurdistaniyan kir ku di meşa 11´ê Çile ya li Parîsê de jî amade bin.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 7’an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku di 9’ê Çileya 2013’an de li nava Parîsê, di Buroya Informasyona Kurdistanê da, sê jinên egîd, bi destê îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) ve hatine qetilkirin.

KNK´ê bi bîr xist ku Sara (Sakîne Cansiz) yek ji damezrînerên PKK’ê û siyasetvana jîr û têkoşer ya Kurdistanê bûye, her weha endama KNK’ê, Rojbîn (Fîdan Dogan) berpirsiyara karê derve ya KNK´ê li Parîsê û Ronahî (Leyla Şaylemez) têkoşera ciwan ya bizava azadiya Kurdistanê bûye.

KNK´ê di dewamê de got, “Kuştina van şêrejinan hem ji aliyê kesayetî ve, hem ji aliyê demî ve, hem jî ji aliyê mekanî ve tesadufî nebû. Sê siyasetvanên aktîv ên bizava azadiya Kurdistanê û di ser de jî jin. Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da rola jinan gelek li pêş e û Sakîne di vê bizavê de sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasiyê da aktîv e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareseriyê ye ya ku ji teref Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahiya kar û xebata dîplomasiya Kurdistanê ya li Parîsê.

Fransayê perde ranekir

MIT’ê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van hersê şert û mercan de pîlan kir û kiryara xwe jî bi cih anî.

Di ser şehadeta van her sê têkoşeran re heft sal derbas bûn, lê hê jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekiriye. Lolebkêşê kiryarê di hepsa Parîsê de mir, lê li ser vê mirinê jî şik hene. Li ser daxwaza malbatan û terefê Kurd, herçend lêkolîneke nû hatibe despêkirin jî, heta niha kujer nehatine eşekerekirin û nehatine mahkemekirin.

Lê belê aliyê Kurd ji serî ve gelekî bi giringî li ser dosyayê rawesta û pîlanên operasyona MÎT’ê eşkere kirin. Herî dawiyê KCK’ê bi navê Sara operasyoneke leşkerî li ser MÎT’ê kir û du rêveberên ajan ku di nav çerxa MÎT’ê de berpirsiyar bûn, girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd li Parîsê dane çapemeniyê. Ji belge û itirafan bi zelalî xuya ye ku li ser navê dewleta Tirk, hukûmeta Erdogan fermana vê kuştinê daye û MÎT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.”

Ji bo berjewendiyên aborî serweriya xwe qirêj kirin

KNK piştre balê dibe ser helwêsta dewleta Fransayê û dibêje, dewleta Fransayê eşkere dizane ku MÎT´ê ev komkujî kiriye û dewleta Tirk berpirsiyar e, lê tevî ku destdirêjî li dijî xak û serweriya wê hat kirin jî Fransayê ji ber berjewendiyên ekonomîk yên bi dewleta Tirk re, xwe nedaye ber rohnîkirina komkujiyê û wiha dewam kir: “Ji pratîka van heft salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasiya xwe nîşan nade ku ev komkujî ji her alî ve bê ronîkirin û dewleta Tirk bê mehkûmkirin. Lewma ev helwêsta negatîf a dewleta Fransa dilê Kurdan zêde diêşîne.”

Banga beşdariya çalakiya li Parîsê

KNK´ê di dawiyê de bang li Kurdistaniyan kir da ku 11´ê Çile li Parîsê beşdarî çalakiya rûreşkirina komkujiyê bibin:  “Miletê Kurd bi giringî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku rê bide ku dadgeha Parîsê biryareke adil bide û dewleta Tirkiyeyê bê cizakirin.

Weke hersal bi munasebeta salvegera komkujiyê, gelê Kurd wê ji hemî welatên Ewrûpa biçe Parîsê û wê edaletê bixwaze. Em weke KNK´ê bang li gelê xwe dikin ku ji hemî salan zêdetir, di roja 11´ê Çileyê 2020´an de, li Parîs ê kom bibe û dengê xwe bighînin raya giştî ya Cihanê.”

 

PARÎS

 
 

9’ê Çileyê em li pêşiya sefaretan bin

     

Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) ragihand, ku di salvegera Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê de li her devera Ewrûpayê wê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê çalakî bên kirin û banga tevlîbûnê kir.

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye: “Em di salvegera 7’an a komkujiya Parîsê de ne ku yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), kesayeteke pêşhatî ya dîplomasiya jinên Kurd Fîdan Dogan (Rojbîn) û hevrê Leyla Şaylemez (Ronahî) ku bi coşa germahiya ciwantiya Kurdistanê bû, li Parîsê hatin qetilkirin. Ji roja ku ev komkujiya namerdî hate kirin û heta roja îro jin û gelê Kurd daketin qadan, bal kişandin ser kiryaran û dest ji têkoşîna edaletê bernedan. Ji xwe bi saya vê têkoşînê bi belgeyan eşkere bû ku kiryarên vê komkujiyê dewleta Tirk-hikumeta AKP’ê-MÎT in. Lewma ji bo gelê Kurd eşkere ye ku ev komkujî ji ber çi, çawa û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Dadgeriya Fransayê li pêşberî vê rewşa zelal û eşkere, helwesta xwe bi rengekî eşkere nekariye nîşan bide. Bi berpirsyariya xwe ranebûye. Mîna ku 7 sal in em li qadan diqîrin îro jî em dixwazin bang li dewleta Fransayê bikin: bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e.

Her wiha ji bo beşdarbûna çalakiya navendî ya 11’ê Çileyê ya li Parîsê jî ang hat kirin.

   

NAVENDA NÛÇEYAN