Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku duh komên çete yên DAIŞ'ê bi çekên giran û tangan êrîşî gundê Xerab Eto ya rojavayê Kobanê kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ'ê bersiv dan û di encmê de pevçûn derketin. Hat gotin ku di encama pevçûnan de 7 endamên komên çete hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Li aliyê din çavkaniyên YPG'ê destnîşan kirin ku şevê din komên çete yên DAIŞ'ê bi armanca valakirina gund, ji aliyê Cerablusê bi çekên giran, top û tangan gundê Zor Mexar a rojavayê Kobanê topbaran kirin.  Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê rojhilatê Kobanê jî gundên Kendal, Girê Sor û Bîrkino bi çekên giran û tangan topbaran dikin. Hat hînbûn ku şervanên YPG/YPJ'ê bersiva êrîşan dan û çalakî li dijî navendên komên çete yên DAIŞ'ê ên li herêma di navbera gundên Bîrkino û Çelbê pêk anîn. Di encama çalakiyê de navendên wan hatin tunekirin û 4 çete hatin kuştin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku şervanên YPG/YPJ'ê duh li gundê Melûh El Qemer a li Girê Spî ya herêma rojavayê Kobnê tirêks çeteyan ku dixwest kozikan bikolin hedef girt û di encamê de çeteteyek hat kuştin û tirêks hat ruxandin.

Şervanê YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemeniya YPG'ê di malpera xwe ya fermî de da xuyakirin ku di encama berxwedana duh ya li dijî çetyan a li herêmên Kobanê şervanekî YPG'ê şehît ketiye.
Nasnameya şervanê YPG’ê wihaye;  Delîl Ebdela (Mazlum Dogan) di sala 1989’an de li gundê Qeremox a Kobanê hat dinê, di sala 2013'an de tevli YPG'ê bû û 25'ê adarê di berxwedana gundê Xerab Eto ya Kobanê  de jiyana xwe ji dest da. 

ANHA/KOBANÊ