Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi boneya 12’ê Adarê roja Komkujiya Qamişloyê peyamek weşand. KCK’ê di daxuyaniya bi boneya şermezarkirina Komkujiya 12’ê Adarê ya ku di sala 2004 li hemberî Kurdan pêk hat û têde bi dehan Kurd jiyana xwe ji dest dan, daye de got; “Gelê me yê rojavayê Kurdistanê divê bi şêwazekî ku ger nebe nabe, van derfetên dîrokî, bikar bîne û xwe azad bike. Çi hêzê neyê yekîtiyê û têkoşînê pêş naxe, divê di nav xwe de nehewîne û li hemberî wana helwest bigire.”

'Serhildaneke pîroz e'

Di destpêka daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin: " Di 8. salvegera komkujiya Qamişlo de em hêzên şovenîzma Ereb û kujerên Rejîma Baas bi tundî şermezar dikin. Gelê me yê rojavayê Kurdistanê, 12’ê Adara 2004’an li hemberî êrîşkaran bêdeng nema, ji Qamişlo heya Kobanî, Efrînê û li tevahî rojavayê Kurdistanê li dijî kujeran û sîstema dagirkeriyê serî hilda û li şehîdên xwe xwedî derket. Em tevahî şehîdên komkujiya Qamişlo û berxwedana gelê me cardin bibîr tînin, em soz û peyman didin ku em ê bîranînên şehîdên birûmet di têkoşîna azadkirina Kurdistanê de bidin jiyan. "

Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye

KCK'ê di peyama xwe de destnîşan kir ku têkoşîna hemû parçeyên Kurdistanê yek e û bi vê peyamê bal kişand ku gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye: "Komkujiya Qamişlo û piştî wê berxwedana gelê me, bingehê berxwedana îro û meşa azadiyê bi xwe re avakir. Ruhê berxwedana 12’ê Adarê, îro di avakirina Xweseriya Demokratîk de bûye hîmeke esasî. Gelê me di vê kêliya dîrokê de helwesta raber kirî, pir pîroz bû û netewebûna rojavayê Kurdistanê li pêşber çavê her kesî îlan kir. Tevahî gelê Kurdistanê li vê berxwedanê xwedî derket û ji her kesî re raber kir ku gelê rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye û tevahî gelê Kurdistanê heta dawî li pişt sekiniye."

Dem dema yekîtiya neteweyî ye 
KCK'ê di peyama xwe de bi berfirehî li ser girîngiya yekîtiya neteweyî jî rawestiya. Di peyamê de girîngiya yekîtiyê ya di pêvajoya dîrokî de ji bo rojavayê Kurdistanê jî wiha hate rawe kirin: "Îro ji her demekê bêhtir pêwîstiya gelê me bi ruhê berxwedana 12’ê Adarê heye. Îro Rojavayê Kurdistan, di dîroka xwe de ketiye qonaxeke herî girîng. Ev qonax, êdî qonaxa azadiyê ye, qonaxa îradebûnê ye, qonaxa bihêzbûnê ye û qonaxa avakirina rêveberiya xweser e. Ji bo ku gelê me yê rojavayê Kurdistanê vê derfeta dîrokî bikar bîne û xwe azad bike, di pêşxistina Sûriyeya Demokratîk û Kurdistana Xweser de rola tê xwestin bileyîze, divê yekîtiya neteweyî di nava xwe de avabike. Dem dema bilindkirina têkoşînê ye û dema pêşxistina yekîtiyê ye."

Divê derfetên dîrokê bi kar bînin 
KCK'ê diyarkir ku di vê pêvajoyê de ji bo rojavayê Kurdistanê derfetên dîrokî afirîne û girîngiya nirxandina van derfetan jî bi vê bangê daxwaz kir: "Gelê me yê rojavayê Kurdistanê divê bi şêwazekî ku ger nebe nabe, van derfetên dîrokî, bikar bîne û xwe azad bike. Çi hêzê neyê yekîtiyê û têkoşînê pêş naxe, divê di nav xwe de nehewîne û li hemberî wana helwest bigire. Gelê me divê piştevaniya hêzên têkoşer, yekîtîxwaz bikê û helwesta xwe ya netewî û demokratîk li her deverê pêş bixe. Ji bo serkeftinê, divê gelê me yê Rojava bi xwe bawer bike, bi hêza xwe bawer bike, pişta xwe nede kesekî, bi hêza xwe ya zatî û bi îradeya xwe têkoşîna azadiyê bilind bike. Li hemberî zordestiyê, zilm û şovenîzmê di bilindkirina têkoşînê de hêza herî mezin gelê me yê rojavayê Kurdistanê bi xwe ye."

'Bi yekîtiyê serkeftin misoger dibe'

KCK'ê di dawiya peyama xwe de banga yekîtiyê dûbare kir: "Li ser vî esasî, em bang li tevahî hêz û kesên welatparêz ên rojavayê Kurdistanê dikin ku bi hev re bibin yek, bi wêrekî yekîtiya xwe îlan bikin, bi ruhê berxwedana 12’ê Adarê têkoşîna azadiyê bilind bikin û ji niha de li ser esasê perspektîfa Xweseriya Demokratîk, di rêya şehîdên qehreman de serkeftina xwe misoger bikin.”

ANF/BEHDÎNAN