Merasîma dayîna sertîfîkayan li navenda çandê ya şaredariyê pêk hat. Di destpêka merasîmê de mamosteya Kurdî-Derê Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û diyar kir ku gelê Kurd ji bo vî zimanî gelek êş û elem kişandiye, gelek berdêl dane. Surucu ragihand ku zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û divê ji dibistana destpêkê heta bi zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn û ev yek di qanûnan de bê bicihkirin. Surucu herî dawî got, "zimanê dayikê rûmet e" û banga xwedîderketina li vê rûmetê kir. Piştî axaftinan şagirtan sertîfîkayên xwe wergirtin. Merasîm bi xwendina helbestan û stranên koma Welatê Rojê bi dawî bû.
WÊRANŞAR