WELAT FIRAT / ANHA / KOBANÊ

Dayika Ewaş Baqî ya 120 salî ji Kobanê ye. Dayika Ewaş ji bo sira temena xwe ya dirêj dibêje: “Bi xêra gundan ez werge sax mam.”

Ewaş Baqî 1898 hatiye dinê, xwediya 7 zarokan e. Zarê wê yê mezin 80 salî yê biçûk jî 65 salî ye. Beriya 34 salan jî mêrê wê çûye rehmetê.

Dayik Ewaş Baqî niha dem bi dem rastî pirsgirêkên hiş û jibîrkirinê tê, lê çûna xwe ya bakurê Kurdistanê tu carî ji bîr nake û diyar dike ku di dema çûna wê de sînor di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de tune bûn.

‘Ez gelekî pîr bûme’

Baqî bi rûkenî bi me re diaxive û diyar dike ku heta niha wêneyên wê nehatine kişandin. Nûçegihanan wêneyekî wê kişand û raberî wê kir. Wê li wêneyê xwe temaşe kir got: “Ez gelekî pîr bûme.“