Li gorî agahiyên ku ji Saziya Malbatên Şehîdan hatine wergirtin, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundê Berxbotan ê li başûrê Kantonê û navenda Kobanê de, 159 jin, zarok, pir û kal ên bêparastin hatin qetilkirin. Di êrîşan de 180 kes jî birîndar bûn.Ji kesên ku şehîd bûne, 26 kes li gundê Berxbotan û 126 kes jî li navenda Kobanê hatine qetilkirin.Rayedaran diyar kirin ku ev hejmar li gorî cenazeyên ku hatine nexweşxaneyê hatine  diyar kirin û gumana ku hejmar zêdetir bibe heye. 

Ji 159 welatiyên ku di êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dane cenazeyên 120 kesan spartin axê. Cenazeyên şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan, xizmên welatiyên ku hatine qetilkirin û şêniyên bajar ve li goristana rojavayê bajar û gundê Helincê hatin definkirin.

Ji qurbaniyên komkujiyê cenazeyên 72’yan li goristan li rojavayê bajar ku di dema berxwedana dîrokî ya Kobanê de hatibû avakirin û welatiyên di berxwedanê jiyana xwe ji dest dane lê hatine veşartin, cenazeyên 48 kesan jî li gundê Helincê yê li rojhilatê bajar spartin axê. 


KOBANÊ