
Li Almanyayê gelek siyasetvanên Kurd ji ber qedexeya PKK’ê tên mexdûrkirin û heta tevahiya civaka Kurd ji kar û xebatên xwe yên komeleyî de ji ber vê qedexeyê tê krîmînalîzekirin û rastî cudakeriyê tê. Qanûna 129b jî ku li qanûna 129’ê ya beriya xwe hat zêdekirin jî vê mexdûriyetê dijwartir dike. Ev qanûn qaşo bi armanca têkoşîna li dijî karûbarên terorîstî hatiye derxistin.
Amûreke hiqûqa ceza
Li ser mijarê em bi nûnera komeleya Azadî e.V. Monîka Morres re peyivîn. Azadî komeleyeke ku xizmeta şêwirmendî û desteka hiqûqî dide mexdûrên qedexekirina li ser PKK´ê û qanûna 129b ye. Me ji Morres pirsî ka gelo xala 129b ya qanûna ceza ya Alman divê çawa bê nirxandin di çarçoveya maf û azadiyên sereke de. Monîka Morres li ser vê pirsê got, “Xala 129b divê wekî amûreke hiqûqa ceza were nirxandin ji bo çavtirsandin û tecrîdkirina rêxistin, armancên siyasî û konseptên di warê siyasî de desthilatdarî ji wan aciz e. Ew di heman demê de bi kêr tê ji bo bêdengkirina mirovên di warê siyasî de çalak, dûrkirina wan ji tevgerekê û di warê civakî de xitimandina wan. Dozên ku li gorî § 129b bi rê ve diçin, li gorî mefhûma hiqûqî ya cezakirina dijmin û a fikr in - û ne tenê em wisa difikirin. Bi her halî ev doz siyasî ne.”
Monika Morres bi bîr xist ku deh siyasetvanîn Kurd niha ji ber vê qanûnê tên dadgehkirin û 2 siyasetvanên din ên Kurd jî bi îdîayên din ên giran tên gunehbarkirin û ew herdu kes jî girtî ne û got, “Hejmara kesên girtî jî bihara 2015´an ve her diçe zêdetir dibe.”
Hevkariya sûc a Tirkiye û Almanyayê
Monika Morres serdana wezîrê Karên Derve yê Alman, Frank-Walter Steinmeier a Tirkiyeyê a 15´ê Mijdarê jî bi bîr xist û got, aliyên siyaseta derve yên vê qanûnê jî hene. Nûnera Azadî e.V. Morres nerazîbûna xwe ji wê yekê nîşan da ku li ser zexta wezîrê Karên Derve yê Tirk, Çavuşoglu, Steinmeier gotiye, meqamên Alman li dijî hemû terorîstan tevdigerin ku têde DAIŞ û PKK wekî hev nîşan dan û got, “Bersiva wî nîşan dide ku tevî terorîzma dewletê ya Tirkiyeyê jî, hevpariya sûc a di navbera Komara Federal a Almanyayê û endama NATO´yê Tirkiyeyê de dewam dike.”
Monika Morres wekî “terorîst” tevizandina Kurd û Tirkên li Almanyayê wekî destekkirineke eşkere ya rejîma Tirk nirxand û got, “Ez nizanim gelo Almanya dikare tiştên li Tirkiyeyê diqewimin hîna jî nemîne û heta bi destekê bide wê.”
Xebata ji bo betalkirina qedexeya PKK´ê
Nûnera Azadî e.V. Monika Morres, bi bîr xist ku 26´ê Mijdarê qedexekirina xebatên PKK´ê li Almanyayê 23 sal li dûv xwe hiştine û wiha peyivî: “Almanya ne welatekî wisa ye ku qedexeyan betal bike, rêûresmeke wê ya bi vî rengî nîne.
Hikûmeta federal a heyî jî hîna beriya demeke kurt piştrast kir ku ew naxwaze siyaseta xwe ya qedexekirin û krîmînalîzekirin Kurdan biguhere. Lê belê em wekî Azadî e.V. ev 20 sal in dixebitin ji bo ku ev siyaseta dij-demokratîk û çareserneker bi dawî bibe. Em ê vê xebata xwe dewam bikin.”
LUQMAN GULDIVÊ