Serhildana Qamişlo
KCK derbarê komkujiya Qamişlo û pey re serhildana gelê Kurd de wiha got: "Di 12´ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên rejîma Baas a Sûriyeyê, di dema lîstikek futbolê de bi çavsoriya mêtîngeriyê gule li ser gelê me reşandin û di encamê de 12 welatparêzên Kurd kuştin û bi sedan birîndar kirin. Ev êrîşa ku weke komkujiya Qamişlo di dîrokê de cih girt, her tim ji aliyê gelê me ve bi nefret hatiye bîranîn û ev komkujî li Rojavayê Kurdistanê bûye sedema xurtkirina yekitiya neteweyî, zanebûn, rêxistinbûyîn û têkoşînê."
Yekîtiya gel çêkir
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku şoreşa Rojava bi têkoşîna gelê Kurd ya bi salan daye pêk hatiye û got: "Di serî de jin û ciwanan berxwedaneke mezin pêk anîn. Ev bû şoreşa herî bi heybet ya sedsalê. Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên herêmê, ji bo hemû baweriyên cuda û hemû bindestan şoreşa rast ya gel e. Pergala xweser ya demokratîk modela herî îdeal a ku hemû gel di nava aştî û demokrasiyê de bi hev re bijîn e. Di vî alî de xwedî derketina li şoreşa Rojava, parastin û hêz dayîn peywira hemû gelên bindeste."
Hilbijartin referandum e
KCK careke din girîngiya hilbijartinên li Tirkiyê û Kurdistabê de bibîrxist û ev xal bibîrxistin: "Li Tirkiyeyê ji hilbijartinan re sê hefte maye. Di van rojan de xebatên tên kirin gelek girîng in. Xebata ku di van sê hefteyên dawî de bê kirin dê encamên ku bi biryar û dîsîplînê derkevin pêş û dê teqez encamên hilbijartinê diyar bike. Êdî her tişt, her dem û hemû xebat divê ji bo qezenckirina serkeftinê be. Namzet û endamên meclisê zelal bûne. Ji îro û şûnde di van mijaran de tu tiştekî bê nîqaş kirin tune. Her kes divê ji bo namzetên BDP’ê qezenc bike bixebite. Bi şev û roj bi ruhê seferberiyê dem dema xebatê ye. Kî berevajî vê tevbigere, bikeve nîqaşên bê wateya û nakokiyan divê bi zane ku bi vê helwesta xwe ji mêtîngerî û partiyên pergalê re xizmet kiriye."
Serkeftin azadî ye
Daxuyaniya KCK´ê wiha dewam dike: "Li Kurdistanê ev hilbijartin çi îfade dike pir zelale. Serkeftina ku di hilbijartinan de bê qezenckirin ji bo kurdan û dostên kurdan tê wateya azadiyê, tê wateya azadiya Rêberê Gelê kurd. Tê wateya xweseriya demokartîk, tê wateya aştî, demokrasî û azadiyê. Wateya dengên ku ji bo BDP’ê bê dayîn eve. Yên şerxwaz jî hene û ev hêzana aştî naxwazin. Ji ber vê sedemê divê hemû Kurdistanî dengê xwe bidin BDP’ê. Her kurdê bi namûs û welatparêz divê li dijî van pêkanînên qirêj û êrîşên AKP’ê serî netewîne."
Têkoşîn pêwîst e
KCK di dawiyê de bal kişand ser derbeyên li Tirkiyê jî û wiha got: "Muxtira leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê, ji bo aborî û siyaseta Tirkiyeyê li gorî daxwaza sermayeya tekedestî ya derve û hundir pêk hatiye. Şikandina wesayeta leşkerî, afirandina zanyariya demokrasî û têkoşînê de, berxwedana tevgera azadiyê xwedî girîngiyeke dîrokî û gelekî bi qîmet e. Eger îro li Tirkiyeyê artêşê di dîroka xwe de yekemcar ewçend îmaja xwe winda kiriye, kêm be jî derfetên têkoşîn û mûxalefeta demokratîk derketibe holê, di vir de têkoşîna bê eman a çil salan a gelê Kurd xwedî roleke diyarker e. Di ser berxwedan û komkujiya Gazî ya 12'ê Adara 1996'an re 18 sal derbas bûn. Di vê berxwedana mafdar, biryardar û lehengî de rejîma mêtînger-faşîst gule li welatparêz, şoreşger, sosyalîst û Elewiyên berxwedêr reşandiye û komkujî kiriye. Lê belê ruhê berxwedêr ê Gazî ji wê rojê heta îro xurtir bû."
ANF/BEHDÎNAN