12´ê Adarê Şoreş ava kir

Haberleri —

TEV-DEM: Serhildanên 12’ê Adarê yên gelê Kurd ên li tevahiya Rojava, Heleb û Şamê, nîşan daye ku xebatên Rêber Apo yên li Rojava û Sûriyê gelekî şoreşger ê demokratik afirandiye. Li Sûriyê  nîşanî her kesî daye ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne û êdî ji bo azadiya xwe têdikoşin.

Koordînasyona  TEV-DEM’ê bi rasthatina salvegera serhildana 12’ê Adarê de daxuyaniyek da. Koordînasyonê diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê zemîna Şoreşa Rojava ava kiriye û neguhertina siyaseta Rejîma Baesê ya li dijî Kurdan, ew anî asta têkçûnê.

TEV-DEM’ê got, “Kesên ku di encama vê provokasyonê de, di êrîşa esker, polês û hin Erebên şovenîst de şehîd bûne, em bi minetdarî bi bîr tînin.

Têkiliyên gelên Kurd û Ereb bi qasî 20 salan dema ku rêber Apo li Sûriyê ma, bêyî pirsgirêkeke mezin dewam kir. Lê bele piştî ku Rêbertî ji Sûriyê derket û Komploya Navdewletî pêk hat, Sûriyê berê xwe da polîtîkayên li dijî Kurdan. Van polîtîkayan şovenîzma li dijî Kurdan bi xwe re derxiste holê. Qetlîama 12’ê Adarê jî wek encameke van polîtîkayan pêk hat. Paşê, Sûriye bi qeyranên siyasî û civakî re rû bi rû ma û ji sala 2012’an ve kete nav hilweşîneke mezin. Li şûna ku dewleta Sûriyê qîmetê bide têkiliyên ku di dema rêber Apo de hatine avakirin, bi dewleta Tirk re têkilî danîn û kete nav dijberiya Kurdan. Vê yeke jî hevsegiyên civakî û siyasî têk birin û kete rewşa îro.”

Kurdan serî hilda

TEV-DEM´ê tesîra êrişên komkujiyê yên li qamişlo wiha nirxand: “Piştî provokasyona 12’ê Adara 2004’an ku tê de gelek Kurd hatin qetilkirin, Kurdan li hemû bajarên Rojava, Şam û Helebê serî hilda. Berê hêrsa gel kete dewletê, saziyên dewletê hatin şewitandin, dewlet li gelek deveran nekarî derkeve derveyî avahiyên xwe, esker û polês di qereqol û binkeyên xwe de asê man. Piştî hevdîtinên li gel nûnerên gel, dewletê hinek soz dan û ev serhildan sekinîn. Li şûna ku dewlet di encama van serhildanan de polîtîkaya xwe ya dijberî Kurdan biguherîne, hebûna Kurdan qebûl bike û statuya wan nas bike, helwest û polîtîkayên xwe yên berê dewam kirin. Bi vî awayî pêşî li têkçûna xwe vekir.

Serhildanên 12’ê Adarê yên gelê Kurd ên li tevahiya Rojava, Heleb û Şamê, nîşan daye ku xebatên Rêber Apo yên li Rojava û Sûriyê gelekî şoreşger ê demokratik afirandiye. Li Sûriyê  nîşanî her kesî daye ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne û êdî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Şoreşa Rojava  ku di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir, serhildanên piştî Qetlîama Qamişlo jê re zemîneke girîng amade kiriye. Serhildanên 2004’an raber kiriye ku gelê Rojavayê Kurdistanê xwe ji nû ve afirandiye û bûye gelek ku ji bo azadiya xwe têkoşînê dike. Di salvegera van serhildanan de em silavên xwe li Rêber Apo dikin ku Şoreşa 2012’an afirand û hemû hevrêyên xwe yên ku li her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne, bi minetdarî bi bîr tînin.”

   

Hew provokasyon dibin

TEV-DEM´ê îşaret bi Şoreşa Rojava kir û got, êdî provokasyon nema dikarin çêbin: “Gele Kurd û şoreşgerên Rojava, ji bo bîranîna şehîdên 2004’an, şoreşa Rojava pêk anî û biratiya gelan jî afirand. Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a gelên Bakurê Sûriyê, zîhniyeta şovenîst ku gelan bera hev dide, di nav rûpelên tarî yên dîrokê de çal kir. Êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya Kurd, Ereb û Suryanan hatiye avakirin ku êdî provokasyonên wekî ya 2004’an nikarin lê pêk werin. Niha dema wê ye ku Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin ku careke din dijminahiya gelan lê neyê gurrkirin.

Di salvegera Qetlîama Qamişlo de, ji ber dilsoziya bîranîna kesên di wê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayî, berpirsyariya me heye ku em Sûriyeyeke demokratîk a li ser esasê biratiya gelan ava bikin. Banga me li hemû gelên Sûriyê, hêzên welatparêz û demokratîk ên Sûriyê û dewleta heyî ye ku ji wê qetlîam û bûyerên di dîroka nêz de, dersekê derxin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk li ser esasê neteweya demokratîk, bi berpirsyariyên xwe rabin.”

 

ANHA / QAMIŞLO

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.