Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Çelê li dijî karwanê eskerî yê artêşa tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 13 esker hatin kuştin û 3 esker jî birîndar bûn, erebeyeke zirxî jî hat îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê der barê çalakiyê de daxuyanî da û diyar kir ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk çalakî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê ev agahî têne dayîn:
Hêzên gerîla 2´ê Îlonê li dijî eskerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Colemergê Çelê li Girê Koordîne bi cih bibûn, çalakiyek pêk anî. Gerîlayan li dijî karwanekî leşkerî yê Artêşa Tirk ku diçû girê Xeregolê, çalakî kirin. Gerîlayan karwanê eskerî yê dagirkeran xistin bin barana gulleyan. Di çalakiyê de 13 esker hatin kuştin û 3 esker jî birîndar bûn, maşîneyeke zirxî jî hat îmhakirin.
ANF / BEHDÎNAN