
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama pevçûnên pêr û duh li Şemizînan qewimî de 13 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Li bejahiyên Gever û Şemzînana Colemergê pevçûnên di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk pêr û duh jî berdewam kirin. Di 10'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Şikêrê Spî û Neqeba Nîrkolayê ji aliyê Artêşa Tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê rê nedane leşkerên dijmin, heta êvarî li vir pevçûnên dijwar qewimiye. Di encama van pevçûnan de 8 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Dijmin ji destpêka operasyonê heta danê êvarî li dijî Geliyê Nîrkola, Gostê, Neqebên Ewliya û Masîro bi hewan, obus û helîkopterên kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye. Her wiha di saet êvarê de li dijî herêma Gostê du caran ji aliyê Artêşa Tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hatiye lidarxistin.
Şer û pevçûn didomin
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pevçûn hêna jî berdewam dikin û agahiyên berfireh ênderbarê encamên pevçûnan de di demên pêş de ji raya giştî re werin aşekere kirin. Daxuyanî wiha berdewam dike: "Di encama pevçûnên li vê herêmê du rêhevalên me gihîştine şahadetê. Wê nasnameyên rêhevalên me yê şehîd ketine di demeke kurt de ji raya giştî re were eşkerekirin. Di çarçoveya operasyona ji aliyê Artêşa Tirk ê li dijî herêma Salara û Neqeba Bêgoza dabû destpêkirin, pevçûnên li vê herêmê hîn jî berdewam dikin. Di 10'ê Îlonê de li dijî leşkerên Artêşa Tirk ên xwestine li Bêgozayê û sêgoşeya Salarayê bi cîh bibin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin 5 leşker jî birîndar bûye.
Di 10'ê Îlonê de jî li dijî yekîneyeke dijmin a xwestiye di navbera Sênala û neqeba Zînê bi cîh bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Di 10'ê Îlonê de heta êvarê li ser riya Oramar û Geverê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li wir wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Her wiha di 11'ê Îlonê de li Şikêrê Spî li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”
HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Heskîfa Êlihê, Pîrana Amedê û Îdirê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya li Heskîfê de 3 leşker birîndar bûne. Di encama çalakiya kontrolkirina rê ya li Îdirê de jî zêdetirê 100 wesayît hatin rawestandin.
Li Heskîf û Pîranê çalakî
HPG’ê aşkere kir ku di 9'ê Îlonê de li ser riya Heskîf û Êlihê di navbera Şkeftiya û Zaxorayê li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker giran birîndar bûye, wesayiteke leşkerî jî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dijmin rê du saetan li çûn û hatinê qedexekiriye û li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêm paş de vekişiyaye. Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan şevê din li navçeya Pîrana Amedê pêk anîn de jî ev agahî hate dayîn; “Di 10'ê Îlonê de li navçeya Pîrana Amedê li dijî leşkerên li girê Sîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Li Îdirê kontrola rê
HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan li Îdirê de jî ev agahîdan: “Di 10'ê Îlonê de li ser riya Tirkiye Azerbaycanê li Îdirê di navbera Gundê Karakoyun û Taşburnuyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li wir 100 wesayit hatine rawestandin û ji gel ê piraniya wan ji Azerî û Farsan pêk dihat di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Herweha tirek ji leşkeran re dixebite û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Operasyona ji aliyê dijmin ê bi wesayitên zirxî daye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
Li Şirnex û Dêrsimê operasyon
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di 10'ê Îlonê de de li Şirnexê li herêma Gabarê li dijî herêma Sûskê ya bi ser Mişarê ve ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk operasyonek hatiye lidarxistin û got; “Operasyona li herêmê di heman rojê de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye. Der barê operasyona li Dêrsimê de jî ev agahî hate dayîn; “Di 10'ê Îlonê de li navçeya Pulura Dersimê li dijî Deşta Gul bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan ji aliyê Artêş Tirk opersayonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê keşf û kemîn vedanê berdewam dike.”
Ji gerîlayên YJA-Star’ê çalakî
Navenda Çapemeniya-YJA Starê di daxuyaniya der barê çalakiyê de da de got; “Di 10'ê Îlonê de di saet 08.30'an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî qereqola Bêsosînê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
ANF/BEHDÎNAN