
Operasyona Fermandar Feysel Ebû Leyla a ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê, di roja 25. de ye. Bipêşketina Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ber bi bajar ve didome. Li gorî nûçegihanan, şervanan li hemû eniyan, derbên giran li çeteyan dan.
Di encama şerê dijwar de şervanên Mieclîsa Leşkerî ya Minbicê, dibistana Şerîa ji çeteyan rizagr kirin û 50 metre mane xwe bigihînin çerxerêya El-Şerîa ya bereya rojavayê bajêr. Dema me nûçe amade dikir li derdora çerxeriya El-Şerîa şerê dijwar di navbera şervanan û çeteyan de diqewimî.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Minbicê Ednan Ebû Emced jî der barê operasyonê de agahî dan. Ebû emced diyar kir rewşa operasyona wan û pêşveçûnan şervanan baş e û da zanîn ku heta niha zêdetirî hezar û 300 çeteyî hatine kuştin. Ednan Ebû Emced her wiha ragihand ku çeteyan ji sedî 80 malên li rojava û başûrê bajarê, mayîn kirine.
Li eniya başûr û rojhilat jî şerê dijwar
Li bereya başûrê bajarê Minbicê jî di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar qewimîn. Li vê eniyê balafirên koalisyona navneteweyî du êrişên hewayî pêk anîn. Tê texmînkirin ku yek ji van êrîşan li dijî depoyeke cebilxaneya çeteyan bû. Ji ber ku piştî êrîşê teqînên mezin rû dan û dûman bilind bû. Li aliyekî din jî şervanên Meclîsê xwe gihandin aş û kewarên genim ên Minbicê jî û li wir jî şer dijwar e.
Li rojhilatê bajêr jî pêr bi şev li derdora sûka sewalan, şer qewimî. Li vir şervanan derbên giran li çeteyan dan û şer heta saeta amadekirina nûçeyê bi dijwarî dewam dikir.
Sivîlên birîndar xwe gihandin şervanan
Çeteyên DAIŞ’ê hîna jî sivîlên li bajêr weke mertalên zindî bi kar tînin. Hat zanîn ku çete li herêma Çerxeriya Şerîa û El-Esediye, welatiyan ji malên wan derdixin û malên wan mayîn dikin. Sivîlên ku xwe ji çeteyan xilas kirin ev yek piştrast kirin.
Ji aliyekî din ve çete kesên ku hewl didin ji ber wan birevin û ji bajêr derkevin jî hedef digirin. Herî dawî jî hin sivîlên ji herêmên derdora Çerxeriya Şerîa û El-Esediye bi awayekî birîndar gihiştin şervanan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Şervana jî ew kes hewaleyî nexweşxaneya Kobanê kirin.
Ji ber mayînên ku çeteyan li ser rêyên ketin û derketina bajar bi cih kirine, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û nêzî 25 kesan jî birîndar bûn.
Depoya dewleta Tirk
Li eniya rojava ya Minbicê li gundê Şêbadbaşê yê beriya bi du rojan ji çeteyan hatî rizgarkirin, nexweşxaneya DAIŞ'ê û mala serçeteyekî ketin destê şervanan. Kelûmelên li nexweşxaneyê hatin dîtin, desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan careke din raxist pêş çavan. Patenta piraniya van kelûmelan, TC ye.
Pirraniya koliyên dermanan ên li nexweşxaneyê hatin dîtin yên Şirketa Çetîn Îlaç Sanayî ve Anonîm û Deva Holdîng in.
Serçeteyek hat girtin
Di heman demê de mala serçeteyekî DAIŞ'ê yê Lubnanî ku bi navê Emîr îsa tê naskirin, ket destê şervanan. Li mala vî serçeteyî gelek kelûmelên leşkerî, cîhaz û dûrbîneke termal hatin dîtin. Her wiha gelek cebilxane jî bi dest ketin.
‘Ji bo emîriyê 7 sivîlan serjê dikin’
Şervan Saleh Mûhammed yê di opersyonê de cih digre , ji bo vî serçeteyî got, "Weke ku tê zanîn, ji bo yek bibe emîr divê serê 7 sivîlan jê bike." Mûhammed da xuyakirin ku ev serçete (emîr) ji Lubnanê ye û di dema operasyonê de li gund asê maye.
MINBIC/ANHA/ANF