
Di merasîmê de Fermandara YPJ'ê Rojda Qamişlo, Rêveberê Hêzên Asayîşa Kobanê Salih Kobanê, Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Rûken Ehmed û Berdevkê Meclîsa Têkiliyên Giştî ya Tabûrên Şems El-Şemal Reşo Xelîl axivîn û diyar kirin ku, eger van têkoşeran canê xwe feda nekiribûna, îro gelê Kobanê li ser axa xwe azad nedijiya. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku, ew ê tekoşîna xwe ya ji bo pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet bidomîn û doza şopandina rêya têkoşeran dubare kirin.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehadetê ya têkoşeran ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Roceng Hac Kero ve hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Cenazeyên têkoşeran li ber tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziyê hatin veşartin.
ANHA/KOBANÊ