Keştiyeke koçber tê de û berê wê li giravên Kanarya yên Spanyayê bû, noqî deryayê bû. Di bûyerê de 14 koçber xeniqîn û 2 ji wan zarok in.

Saziya navneteweyî ya bi navê Watch the med Alarm Phone ku banga kesên li nava deryayê tengav bûne werdigire, bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku keştiyek sê roj in li nava deryayê bû sibeha Duşemê noqî avê bû.

Di daxuyaniya komeleyê de hate gotin, “Li gorî gotinên yên sax man e, 14 kes xeniqîn e ku 2 ji wan zarok in.”

Li gorî gotinên şahidan, beriya keştiya Hêza Deryayî ya Fasê, keştiyeke masîgir bi hewara wan ve hatiye.

Yekîneyên ewlekariya peravî yên Spanî li sê keştiyên din digerin ku ji Fasê bi rê ketin û winda ne.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN