14  rojnamevanên Kurd ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Rojnamevanên li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ev in:

Parlementerê HDP’ê yê Wanê û her wiha rojnamevan Tayîp Temel li Amedê greva xwe ji 3´yê Adarê ve dewam dike.

Rojnamevan Gûlîstan Îke li Strasbourgê îro 127 roj in tevî 13 hevalên xwe di grevê de ye.

Xebatkarêê Radyo Dunya, Kenan Karavil û belavkerê rojnameyê Seyîtxan Akyuz jî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Rojnamevan Kîbriye Evren a di hepsê de ev 129 roj in ku di grevê de ye.

Rojnamevan û kedkara rojnameya ‘Ozgurlukçu Demokrasî’ Reyhan Hacioglu ya girtî jî ji 1’ê Adara 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye.

Rojnamevan Ozlem Seyhana a li Hepsa Tîpa E ya Amedê, ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye.

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (Diha) Nedîm Tûrfent ê li Hepsa Wanê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Rojnamevan Ziya Ataman ê di Hepsa Wanê de ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye.

Rojnamevan Abdulqadir Turay, Ugur Akgul û Çetîn Kurşun yên li Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne.

Rojnamevan Mehmet Guleşîn ê li Hepsa Elezîzê, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Rojnamevan Dilbirîn Turgut yê li Hepsa Tarsûsê jî ji 5’ê Çileyê 2019’an ve di grevê de ye.