14’ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd de rojeke gelekî gerînge. Girtiyên PKK’î yên di Girtîgeha Amedê de li hemberî êrîşên rejîma faşîst a 12 Îlonê û polîtîkayên tinekirin û înkarê yên li ser gelê kurd, biryara pêvajoyeke nû dan.
Mehmet Xeyrî Durmuş di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest bi birçîbûna mirinê dike û piştre Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mustafa Karasu, Fuat Çavgun, Ali Kiliç, Bedrettin Kavak û Hamît Kankiliç jî tevlî birçîbuna mirinê dibin.
Di birçîbûna mirinê de Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş Akîf Yilmaz û Ali Çîçek jiyana xwe ji dest didin.
Îro di 14`ê Tîrmeh a 2012’an de jî aynî siyaseta înkar û îmhayê ya 14’ê Tîrmeh a 1982’an dubare dibe. Em dibînin îro li Îmraliyê tecrîdeke giran li ser rêzdar Abdullah Öcalan tê meşandin. Ev saleke ku pêre qet têkilî nayê dayîn. Di bin navê ‘doza KCK’ê de rojnamevan û parêzer, şaredar û vekîlên Kurdan diavêjin zîndanan. Bê navber operasyonên Artêşa Tirk yên berdewam dikin.
Li dadgehên Tirkiyeyê îro jî 12’ê Îlonê dubare dibe. Ferqa 1982’an û 2012’an de ti guhertin tûne ye.
Tenê ferqa wan darba leşkerî û siyaseta AKP’ye. Ji bo ku em berxwedana Zindana Amedê silav bikin û li dîroka 14’ê Tîrmehê xwedî derkevin li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, pewiste em li Amedê dîroka 14´ê Tîrmehê ji nûve binivsînin.
Ji bo wê jî ez bang dikim ku herkes xwe di 14’ê Tîrmehê de bi rihê berxwedana Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş Akîf Yilmaz û Ali Çîçek xwe li qadên Amedê bibîne û ji bo azadiya rêzdar Abdullah Öcalan tekoşîn bide.
Ez jî dengê xwe tevlî deng û daxwaziyên gelê xwe dikim û roja 14´ê Tîrmehê li Amedê me. Û bi rihê azadî û berxwedana gelê Kurd ji bo rêber û girtiyên siyasî û Xweseriya Demokratîk daxwaz bikin.
Em jî bi silogana “qedexekirin ya we ye û meydan ya me ye” 14`ê Tîrmehê li Amedê dengê xwe bilind bikin û bibêjin “berxwedan jiyane, serhildan jiyane”
14’ê Tîrmehê