
Di ser 15'ê Sibata sala1999'an Roja ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin re 14 sal derbas bû. Dema Ocalan anîn Tirkiyeyê û cezayê îdamê lê hat birîn, hikûmetê got me pirsgirêka Kurd çareser kir. Lê piştî di 1'ê Hezîrana 2004'an de PKK'ê pêvajoyek nû da destpêkirin heta niha anî hat xuyakirin ku pirsgirêka Kurd hêj çareser nebûye. Dîsa di navbera Ocalan û dewletê de ji sala 2009'an heta 2011'an hin hevditin pêk hatin û dîsa hatin qutkirin. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî salek û nîv tecrîd tê meşandin û nikare bi parêzerê xwe re hevditin bike. Piştî serê sala 2013'an deriyê Îmraliyê li hin hevdîtinan hat vekirin û niqaşên nû hat destpêkirin. Bi minasebeta 14'emin salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Edîtorê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan û berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) Hakan Tahmaz nerînên xwe anîn ziman.
'Gelê Kurd û Tirk ji ber şerê heyî êdî westiya'
Edîtorê Rojnameya Agosê Estukyan diyar kir ku 30 salin şahidiya şerê li herêmê dike û êdî gelê Kurd bi vê têkoşînê bûye xwedî nasnameya neteweyî. Estukyan, anî ziman ku pirsgirêk ne mijara 'Terorê' ye û wiha got: "Hişê sazumankariya dewletê dixwaze pirsgirêka Kurd li ser hîm û bingehê inkar û perçekirinê ava bike. Ger ku Kurd wekî netew û milet bihata hesibandin û nasname û statuya wî hatibuya dayîn bawer dikim dê têkoşînek wisa pêş neketiya. Di şerê 30 salî de êdî gelê Kurd û Tirk westandiye û gelê Kurd û Tirk westiya."
Estukyan, anî ziman ku her tim gel hat xapandin û gotin şer xelas bibe dê gelê Kurd kêfweş bibe û Kurd hez bikin jî dê Tirk bişkên û ev yek nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Bi teslîmkirin, perçekirin û înkare pirsgirêk çareser nabe. Serokwezîr Erdogan dibêje dewlet bi Îmrahiyê re hevdîtin dike. Grava Îmraliyê perçeyekî erdnîgariyê ye. Çawa çêdibe ku bi erdhîgariyê re hevditin bikin. Hûn li wir bi mirovekî re hevditin dikin. Li wir muhatabê we yê siyasî heye. Hûn hin peyama dişînin wir û hin peyama ji wir digirin. Ger ku hûn disa nebêjin 'Em bi Ocalan re hevditin dikin' disa dibe pirsgirêk.
Ji bo Kurdan dersek dîrokî
Estukyan, xwest ji bo çareseriyê şert û mercên Ocalan bên başkirinû wiha berdewam kir: "Îro Abdullah Ocalan li ser navê milyonan Kurd diaxive. Ocalan di asta serokatiyê de ye. Divê Ocalan azad û di nava şert û mercê baş de bi her kesî re hevdîtin bike, agahî bide û bistîne. Ev bi qasî nan û av lazim e. 14 sal berê di 15'ê Sibatê de Ocalan anîn Tirkiyeyê. Pêvajoya 15'ê Sibatê ji bo Kurdan dişibe sala 1915'an a komkujiya ermeniyan. Ez rojnamegerekî Ermenî me. Ji bo ku Ermenî xwe weki netew bidin qebûlkirin bedelekî mezin dan. Ji ber ku Ermenî ne xwedî hişmendiyek polîtîk bûn bedelên giran dan. Di 1915'an de Ermenî rastî komkujiyê hatin. Di 15'ê Sibatê de jî hêzên emperyalist ên rojava xwestin bi Tirkiyeyê xwestin Kurdan xerç bikin. Berê Ermenî jî wisa xerç kirin. Li dijî Abdullah Ocalan komploya îxanetê pêş xistin. Bi alîkarî û hevkariya hêzên emperyalist pêş ket. "
Divê pêvajo zelal pêş bikeve
Berdevkê Demê yê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) Hakan Tahmaz jî diyar kir ku her çend hikûmet bêje înîsiyatif di destê wî de ye jî înîsiyatifa pêvajoyê di destê Ocalan de ye. Tahmaz anî ziman ku ji bo karibin nirxandinek baş û xurt bikin ne zêde xwedî agahî ne ji bo vê yekê jî lazim e ev pêvajo ji her kesî re vekirî û aşkere pêş bikeve. Tahmaz, da zanîn kur roja tevgera Kurd hem di nava gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Rojhilata navîn aktorek sereke ye. Tahmaz, li ser helwesta hikûmeta AKP'ê jî rawestiya û wiha got: "Di vê pêvajoyê de divê hevdîtin pir aşkere pêş bikevin. Divê êdî lîstik û sanaryoyên nû neyên lîstin. Divê bawariyek xurt bê dayîn. Tahmaz, xwest hikûmet daxwazên Ocalan û gelê Kurd li ber çavan bigire û wiha got: "Ocalan ji tîrmeha 2011'an de daxwaza tenduristî ewlehi û azadiye kir. Heta ku hikûmet Ocalan li ber çavan negire û daxwzên wî pêk nîne pirsgirêk çareser nabin. Piştî pêvajoya Oslo pirsgirêka baweriyê derket holê. Bi taybetî girtina parêzeran wateyek kûr di nava xwe de vedihewîne. 14 salin Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Divê daxwazên Ocalan li ber çavan bên girtin û bên berisvandin. Birêz Ahmet Turk jî got Ocalan tiştên nebûyî ji Tirkiyeyê naxwaze."
Tahmaz, da zanîn ku êdî Ocalan rol û mîsyona xwe bêtir zelal kir û her çend hikûmet bêje înîsiyatif di destê me de ye jî înîsiyatif di destê Ocalan de ye.
FERHAT ÇELîK / ROJDA KORKMAZ / DÎHA/STENBOL