Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di çalakî û operasyonên ku li Kantonên Cizîrê û Kobanê hatin lidarxistin de, bi giştî 15 gund û 4 gundik hatine rizgarkirin. Her wiha 33 çete hatin kuştin.Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê çalakî û operasyonên ku li kantonên Cizîrê û Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin de daxuyaniyek weşad. Di daxuyaniyê de li ser operasyona li herêma Serêkaniyê û Til Temir ên Kantona Cizîrê ev agahî hatin dayîn:“Hêzên me şevê din bi armanca tûnekirina tehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîre operasyonek lidar xistin.Operasyona ku qada dikeve 25 km başûre Serêkaniyê û 30 km li rojavayê Til Temir hedef digirt, bi awayekî serkeftî berdewam dike. Hêzên me qadên ku di heman demê de navenda êrîşên çeteyan e hedef girtin û li vê qadê 9 gund û 4 gundik ji çeteyan paqij kirin. Hêzên me şevê din gundên El Malha, Dîşo, Sirac, Hela, Bihema, Effun, Qeşqa, Gişat û Rezaza, girê Rezaza û 4 gundikên ku di destê çeteyan de bûn bi dest xistin.

Di vê operasyonê de hêzên me yek jê tirimpêleke doçka 12,5 mm barkirî, 2 tirimpêlên çeteyan ruxandin. Di pevçunên li van qadan de qasî hatiye zelalkirin 33 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir 5 termên çeteyan jî bidest xistin. Operasyona li van qadan hîn jî didome.”


Li Kobanê 6 gund hatin rizgarkirin

Di berdewam daxuyaniyê de derbarê pevçûn û operasyonên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Şevê din li rojhilatê Kobanê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûnek hatiye jiyandin. Di pevçûnên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê destpêkir de hêzên me derbeyên giran li çeteyan xistin. Hêzên me piştî êrîşên çeteyan şikandin, li heman qadê, li hemberî çeteyên ku êrîş lidar xistin operasyonek destpê kir. Di encama vê operasyonê de hêzên me gundên Rêkasa jêr û jor, Xirabê Zer a jêr û jor, Kortik û Horik ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.” 


 ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN




Li Şengalê şerê dijwar


Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku li Şengalê di encama çalakiyan de 7 çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, der barê pevçûnên dawî yên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şeva 6’ê Gulanê saet di 00.30 de hêzên HPG û YBŞ’ê xwe berdane nava çeteyên li derdora Kizilkent a li rojavayê Şengalê bicih bûbûn û derbek giran li çeteyan xistin. Hat destnîşankirin ku di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.

Fermandariyan diyar kirin ku di sibeha 7’ê Gulanê saet di 10’an de, li derdora taxa Xeyr Nasir hêzên çete xwestine êrîşî çeperên hêzên HPG û YBŞ’ê bikin û dan zanîn ku li ser bersivdayînê pevçûn derketiye. Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên ku hîn li hin cihan dewam dikin de bi zelalî 5 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku cenazeyên 5 çeteyan li herêma di bin kontrola hêzên HPG, YBŞ’ê de ne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di êvara 6’ê Gulanê saet di 18.00 de li hemberî çeteyên li derdorta Taxa Sûka Jêr bicih bûbûn, balafirên koalîsyonê 2 caran bombebaran kirine. 


 ANF/ŞENGAL