Hejmara hunermendên Başûrê Kurdistanê yên ku xwestin ew hêzên ku li Zînî Wertê bi cih bûne, vekişin cihên xwe yê berê, zêde dibe. Hejmara wan niha bû 150. Di 21’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Di şerê navxweyî de ti kes bi ser nakeve’ hunermendên Başûrê Kurdistanê kampanyayek li dijî rewşa li Zînî Wertê dest pê kirîbû, ev kampanya hîna didome.
Kampanya ji gelek stranbêj, muzîsyen, şanoger, wênekêş û dehan humerdên warên cuda pêk tê. Armanca wan pêşîgirtina li şerê navxweyî ye. Herwiha daxwaza vekişîna hêzên li Zînî Wertê dikin.
Hunermendan bang li aliyan kir da ku nebin amrazek ji bo bicihanîna pîlanên dagirkeran û wan xwest ew hêzên li wir, xwe ji aloziyan dûr bigirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ