Berî 27 salan destanek hate nivîsandin. Di vê destanê de, hestên ku bi xwîn, êş û azaran hate strihandin heye. Di nava van salên dijwar de, peykerên Xwedawendên ku menendê wan tenê di efsane û demjiyanên kozmîk de navê wan tê dikirandin derketin holê.
Ji dema Promethause, ji dema Gilgamêş, ji dema Rustem, ji dema Ferhad, ji dema Zînê, ji dema Birahîm, ji dema Derwêşê Evdî û vir ve, yekemîn car ocaxa afirgeriya Xwedawendan, bi heriya kozmîk leheng û pêşengên mirovahiyê derxistin holê. 
Di nava vê dema bi êş û azar, bi xwîn û rondik, bi qîr û teşqele nirfşan ala têkoşînê radestî hev kirin. Di encamê de, pengava 15’ê Tebaxê wek bingeha “Şoreşa Kurdî” derkete holê û bi hişmendiya Apo hate xwedîkirin û weke sîstemekê derkete holê.
Bêguman sîstema ku derketiye holê, ji azmuneyên sedsalan hate bijartin.
Helbet sîstemek bi hêsanî û erzanî nayê erêkirin, bi hêsanî û erzanî nakeve pratîkê. Lê eger sîstem li ser bingeha rêkûpêk hatibe rûnandin û wek bersiva demê derkeve pêş, dibe hedefa statukoparêzan. Bi vê pêwanê, bi hêsanî em dikarin bêjin ku, têkoşîna gelê kurd, di qonaxeke cuda û girîng de ye. Piştî 27 salan û pengava 15’ê Tebaxê, ne tenê çekdarî û ne tenê tevgera civakî ye. Ev du xalên giring in, lê ne tevahiya Hereketa Azadiya Kurd e.
Aliyê din yê qonaxa îro û encama 15’ê Tebaxê, hewn û hewngîrî, rewşenbîrî, entelektuelî, aborî, hiqûqî, îrade û stratejîk e. Yanî afirgeriya cudatî û manewrayên li gorî demê ye.
Wek mînak; Ji 15’ê Tebaxa 1984 û heya îro, Hereketa Azadiya Kurd, li gorî demê û pêdiviyan, ji bo aştî û guhertinên hemdemî û ji bo çareseriya prisgirêka kurd, her dem û di her fersendê de alternatîfên cuda û maqul derxistine pêş. Piştî komploya navneteweyî jî, birêz Abdullah Ocalan di bin hoy û mercên herî giran de jî, stratejiyên di çarçoveya “matriks-projeyên di asta herî bilind û îdeal de” derxistin pêş û pêşkêş kirin. Mixabin dewleta tirk û tevahiya desthilatdariyên Tirkiyeyê, statukoparêziya xwe neguhertin û ji siyaseta yek-yekan derbas nebûn.
Îro, yanî di 27’emîn salvegera 15’ê Tebaxê de, rewşa cîhanê û rewşa Rojhilata Navîn hatiye guhertin. Hemberî ku gelên li Rojhilata Navîn li dijî netewe-dewlet, desthilatdariyên otorîter û tîran serîhildan dane destpêkirin jî, hêzên global dixwazin ku li gorî xwe herêmê dizayn bikin. Balkêş e, di demeke ku, pirsgirêka kurd ketiye rojava cîhanê jî, tê xwestin ku destîniya destpêka sedsala bîstan, di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, di çarçoveya nenasîn û tune hesibandina statuya kurd de, mohr bikin.
Hemberî ku hêza kurd, karîzma û hêza hiş û hewngiriya lîdertiya Serokatiya Kurd û hêza Hereketa Kurd ya pir hêlî qebûl kirine û mikur hatine jî, dîsa bi awayekî bextreşî nêzîkî gelê kurd dibin. Ev hêza gelê kurd, hêza Hereketa Kurd û hêza Serokatiya Kurd destnîşan dike. Aliyek ji tirsa hêzên global jî (ne ya hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê) ev hêz e. Tirsa dewletên dagirkerên Kurdistanê mezintir ji ya hêzên global e. Tirsa hêzên global sîstemî ye, ya dewletên dagirker îradî û hebûn e.  Ev du tiştên ji hev cuda ne, lê dibe bingeha hevkarî û yekitiya her du baskan. Helbet ev yekitî û hevkarî li dijî kurdan e.
Piştî 27 salan jî metirsîniya li hemberî gelê kurd bi dawî nebûye. Di çarçoveya siyasetên stratejîk de, êrîşên dagirkerî di asta herî dijwar de têne lidarxistin, komkujî têne kirin û li dijî gerîlayên kurd çekên kimyewî têne bikaranîn; lê wijdanê raya giştî ya cîhanê lîstika sê meymûnan dilîze. Ev jî dide xuyakirin ku zeviyên siyaseta cîhanê, ji bextreşiya li dijî hebûna gelê kurd, nehatiye paqijkirin. Di zeviyên siyaseta cîhanê de ne tenê zîwan û quncir hene, xefk û davikên kujerî jî hene.
Di 27’emîn salvegera 15’ê Tebaxê de, şerê li dijî Hereketa Azadiya Kurd, li dijî îradeya gelê kurd, bi rêbazên nû û rengên nû tê meşandin. Helbet riyên klasîk têne bikaranîn, lê rêbazên cuda jî kirine pratîkê. Ew kes û derdorên dijminatiya li dijî Apo, li dijî PKK’ê wek birînek mûmarî di dil û mêjiyê xwe de diparêzin, ligel dijmin cih girtine. Ya rastî dilê mirov diêşe, şaş û metal dimîne. Tê zanîn ku ev nexweşiya di nava gelê kurd de, ne nû ye, xwedî dîrokek kûr û dûr e. Nivîskarin kurd jî ji xepartina vê birîna mûmarî direvin. Ev birîna mûmarî, wek nexweşiya civaka kurd derketiye pêş û ha ha idab û gemariyê dimîze. Gelê pêdiviya neşteravêtina vê birinîê nîne? Doktorê nexweşiyên civakî nivîskar entelektuel û siyasetmedar in.
Di vê qonaxa nazik û girîng de, pêdiviya gelê kurd bi giyanê 15’ê Tebaxê heye. Ji bo ku dikaribe metirsîniya mezin û rêbazên cuda yên kujerî berteref bike, pêdivî bi yekitiya kurdan heye. Ji ber ku metirsînî ne tenê li dijî parçeyek ji xaka Kurdistanê, ne tenê li dijî hereketeke siyasî ya kurd e, li dijî tevahiya gelê kurd û destketiyên gelê kurd e.
Ew hêza gelê kurd jî heye.
Hêza ku gelê kurd, ji ber tunebûn û windabûnê rakir û derxiste rê, gihande qonaxa îro; artêşa tirk di gelek şeran de têk bir, gihande asta ku general ji kar birevin û yek bi yek werin tasfiyekirin de; desthilatdariyên di nava 27 salan de hatine ser kar, yek bi yek têk birin, dikare li dijî vê konsepta nû jî, heman hêzê nîşan bide.
Eger Hereketa Azadiya Kurd û gerîlayên kurd, Artêşa Tirk nekiribane nava zaafiyetê, ne AKP û ne jî tu desthilatdariyên Tirkiyeyê dikarîbûn wesayeta generalan têk bibin. Lê AKP, stratejiyên Hereketa Azadiya Kurd, hişmendiya Ocalan li gorî xwe diguhere û dike pratîkê. Piştî şerê Zapê û têkçûna hêzên Artêşa Tirk, nîqaş û rexneyên li dijî artêş û general dest pê kirin.
Guman tê de nîne ku hêza gelê kurd û hêrsa gelê kurd, ku bi pengava 15’ê Tebaxê, dest pê kiriye û gihaye qonaxa îradî, wê dikaribe vê pêvajoya metirsînî jî berteref bike û di nava statuya nû ya cîhanê de, cihê xwe yê rûmetdarî bibîne.