Şiyê
Em di erefeya salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelên Kurdistanê Rêber APO gerandî de ne.
Di 18. salvegera komploya navdewletî de di serî de tevahî şehîdên di bin dirûşma “kes nikare roja me tarî bike” de bedena xwe dayî ber agir û mîna Pirometeosan agir pêşkêşî mirovahiyê kirin û tarîtî ronî kirin, wan jî bi agirê bedana xwe li dora Rêber APO xelekek ji ronahiyê çêkir, em bejna xwe ditewînin û wan bi minet bi bîr tînin.
Di kesayeta wan qehremanan de berxewdan îro didome û di vê oxirê de bi sedan şehîdên me yên qehreman ji bo azadiya Kurdistanê û mirovahiyê canê xwe didin û tekoşîna azadiyê gihandin asta herî bilind. Bi vê wesîleyê em hemî komplogeran şermezar dikin û Rêber APO silav dikin.
Li welatê me Kurdistanê, li Rojhilata Navîn ku civakbûn li dora xwedawenda dayîk hatî avakirin; dogmatîzma feodal a ku çavkaniya xwe ji hişmendiya nijadperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestiyê werdigire, mîna ku ew dorpêç kiribe û roj bi roj wê civakbûna tijî nirx dixeniqîne û di kesayeta jina hatî perçiqandin û kolekirin de xeleka xwe ya dawî ji civakbûn zindî de, kesayeta Rêber APO li warê bavpîrê pêxemberan H.Z Îbrahîm çavên xwe li cîhanê vekirin û weke mizgîniyekê ji bo mirovahiyê vejiya.
Bêguman rêberên gelan ên ku pêşengiya pêvajoyekê dikin, her sedsalekê yan jî çend sedsalan tên ser rûyê erdê. Rêber APO jî ji bo gelan, baweriyan û jinan mizgîniyeke mezin e. Ev mizgînî bi qasî Kurdistan, herêmê û mirovahiyê bi taybetî jî ji bo Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên li Sûriyê mizgînîyek mezin e. Rêber APO di 2`yê Tîrmeha 1979´an de di ser Kobanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, bi awayekî veşartî, xebateke propoganda bi navê Telebeyan dimeşand, bi desteka gelê Rojava fikra xwe belav dikir, hêdî hêdî ber bi Lubnanê, cem tevgera Filîstîniyan ve wê bidana rê.
Belê; Rêber APO 20 salan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ma. Di van 20 salan de têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Di warê çandî û civakî û bi taybet jî têkoşîna azadiya jinê de şoreşên mezin pêk anîn. Cara yekemîn fikra neteweyî, Kurdistana serbixwe û azad li ser asta çar parçeyan mîna zengilekî di guhê gelên herêmê de lêda. Di dirêjahiya 20 salan de mal bi mal, kesayet bi kesayet fikra welatparêzî hat belavkirin, rêxistineke mezin hat avakirin. Eşq û evîneke mezin di dilê ciwan û jinên Rojava de ava kir. Bi hezaran keç û kurên Rojava berê xwe dan nava têkoşînê, bi wateya gotinê; Rojava bû hêlîna şoreşgerên Apoyî.
Rêber APO mayîna xwe ya li Rojava pênase dike û di hêla siyasî de dibêje min bi dehê salan li ser pişta şêr siyaset meşand. Li deverekê mîna Rojhilata Navîn tijî nakokiyên etnîk, olî, mezhebî û zayendî de. Di demekê de ku nakokiyên netewperestî li pêş û li Rûsya pergala sosyalîzma pêkhatî nefesa xwe ya dawî dida, pergala cîhanê ya nû belav dibû, bêhêvîtî û bêbaweriyê digirt can û bedena her kesî, Rêber Apo bi hostekariyeke mezin siyaset meşand û nakokiyên li herêmê îdare kirin û jê sûd wergirt.
Di hêla civakî û netewî de jî mayîna xwe pênase dike û dibêje, li Rojava sê hedefên min ên sereke hebûn, ez pêk bînim. Yek; min xwest ez ji bo gelê Kurd kadroyên pêşeng ava bikim ku karibin civaka xwe birêxistin bikin û biparêzin. Du; Min xwest ez dîplomasiyeke Kurd biafirînim ku doza Kurd derxim meydana navneteweyî. Sê; Projeya min a herî birûmet jî projeya azadiya jinê bû, lê mixabin ev projeya min di nîvî de ma, lê baweriya min heye wê hevalên min vê projê temam bikin.
Bi rastî jî çand û mîrasa ku Rêber Apo li Rojava ava kiriye, bû bingeha Şoreşa Rojava û îro ew ruh, ew felsefe, ew çand bûye şoreş, bûye berxwedan û dimeşe, bi xeml, bedewî, berxwedanî, wêrekî û şervaniya xwe bala hemû cihanê kişandiye ser xwe. Ramanên Rêber Apo bûne Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk, bûne YPG –YPJ, bûne QSD, bûne MSD, bûne Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê. Îro ramanên Rêber APO bûne felsefeya wateyê, di jiyana hevbeş û biratiya gelan de, bûye çirûska ronahiyê di çavên keçên Kurd, Ereb û Suryanî de. Vê ramanê berê keçan da hêzên parastinê, mîna Edûlêyan guliyên xwe dihejînin û xwe berdane deşta Reqayê. Siwarên çavbelek ji tarîtiya DAIŞ´ê re dikin qebqebû. Mîna tîrekê li kevneşopî û paşverûtiya civaka baviksalarî ketiye û diçirîne. Li şûna wê yekîtî, xwîşk û biratî, azadî û demokrasî tê çandin. Bi xeta xwe ya siyasî wek hêzeke sêyemîn ya neteweya demokratîk li beramberî projeya netewperestî û modernîteya kapîtalîst. Îro di şoreşa Rojava de zindî dibe û qadên azad tên afirandin. Ji ber ku dema qadên jiyanê yên azad tine bin, wateya jiyanê li derve jî tine ye.
Ji ber van hemî sedeman îro dîlgirtina Rêber APO şerma mirovahiya hemdem e, deynê stûyê me ye ku em pergala Îmraliyê hilweşînin. Qadên azad ava bikin, wê demê em ê karibin komployê pûç bikin û Rêber APO li qadên azad hembêz bikin.