Bi hezaran şêniyên Hesekê cenazeyê Endamê Asayîşê Husên El-Şêx, şervanê YPG’ê Hesen Ismaîl (Wehîd Telai), Endamê Hêzên Parastina Civakî Mihemed El-Hesen, Endamê Erka Xweparstinê Fîras Ibêd, şervanê YPG’ê Sîfedîm Xelîl (Baran Mîdya), Endamê Erka Xweparstinê Mihemed Hewaş, Şervanê QSD’ê Mihemed El-Mehmûd, şervanê YPG’ê Mihemed Xelef, Şervanê YPG’ê Mistefa Elî (Agirî Hesekê), Şervanê YPG’ê Ehmed Elî (Agirî Hesekê), Şervanê QSD’ê Berzan Ereb û şervanê YPG’ê Fîras Ibêd ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û birin Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê.
Li goristanê ji bo 12 cangoriyan, endamên Erka Xweparastinê merasîmeke leşkerî li dar xist.
Di merasîmê de ji aliyê nûner û rêveberên saziyên Rojava ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hat gotin, êrişên çeteyan li dijî nirxên Îslamê û tevahiya mirovahiyê ye.
Piştî axaftinan sicîlên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseyê bi gotina sloganan cenazeyên şervanan spartin axê.
Li Kobanê 4 têkoşer hatin oxirkirin
Cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG’ê li Goristana şehîd Dîcle ya Kobanê hatin oxirkirin.
Şervanên Tabûrên Şems El-Şemal ên di bin sîwaneya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de Salih Cezra û Maimûn El-Şiblî ku di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest da û şervanên YPG’ê Saîd Teymûr (Rêzan Cûdî) û Ferhad Çopan (Rojhat Daban) ku li gundê El-Qadiriyê yê bajaroka Êyn Îsa jiyana xwe ji dest dayî, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin.
ANHA/HESEKÊ/KOBANÊ