Şervanên QSD′ê di 10 rojan de, 16 gund, rêya stratejîk a Reqa-Dêra Zorê rizgar kirin û li gundewarên rojhilatê Reqayê, 62 km bi pêş ve çûn.
Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hevkariya bi Koalisyona Navneteweyî re ku di 5′ê Adarê de ji nû ve dewam kir, bi hemû leza xwe bi pêş ve diçe. Armanca vê pêngavê qutkirina hemû rêyên di navbera Reqa û Dêra Zorê de ne, rizgarkirina herêmên li ser çemê Firatê û dorpêçkirina tevahiya bajarê Reqayê.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 10 rojan de, 16 gund li gundewarên rojhilatê Reqayê û bakur rojavayê Dêra Zorê, rizgar kirin. Girîngtirîn gundên ku hatin rizgarkirin ev in ″Cib El-Xelîl, El-Himêş, El-Sefer, Hişohal Minasra, Rîda, Bîr Hisên, Emo, Refiye, Kobar, Cezera, Ebulmetnî, Mihemed El-Eyaş, El-Kecla, Metab, El-Hecac, Meşhûra û Kas Icêl″ û mezraya El-Widyan. Her wiha bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
Kontrolkirina riya Reqa-Dêra Zorê
Şervan li gundewarên rojhilatê Reqayê pêşve çûn û gelek gund rizgar kirin. Her wiha rêya stratejîk a Reqa-Dêra Zorê kontrol kirin. Bi vê yekê çete bi temamî hatin dorpêçkirin û riyên wan ên alîkariyê hatin birrîn.
Du erebeyên bombebarkirî hatin teqandin
Şervanan di wan 10 rojan de, li baskê Ebû Xeşeb du erebeyên bombebarkirî yên ku çeteyan pê hewl dida êrîşî noqteyên wan bikin, beriya ku bigihêjin armancên xwe, teqandin.
Tevî ku çeteyan rêbazên cûda wekî çandina mayînan, kolandina xendekan û birêkirina erebeyên bombebarkirî didan meşandin da bipeşveçûna şervanan asteng bikin, lê şervanan bipêşveçûna xwe domand.
Du girên stratejîk hatin rizgarkirin
Şervanên QSD´ê her wiha li rojhilatê bajarê Reqayê, girên Menaxir Şerqî û Menaxir Xerbî yên stratejîk jî rizgar kirin.
Şervanan dest danî ser miqdareke mezin a mayînên çeteyan li ser rêyan çandî.
Di van deh rojan de, şervanan bi bipêşveçûna ber bi Reqayê ve, bi sedan sivîl rizgar kirin û ew birin herêmên bi ewle û pêdiviyên wan ên jiyanî peyde kirin. Piştî ku gundên wan hatin rizgarkirin jî, şervanan ew vegerandin malên wan.
Şervanan li gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê, li herdû baskên Ebû Xeşeb û Bîr El-Heba, bi 62 km firehiyê erd rizgar kir.
HÊVÎDAR XALID / ANHA / REQA