Di nava nexweşxaneyên taybet de jî ya ku tam dixebite Nexweşxaneya Stenbolê ye. Nexweşxaneya Dewletê ya Îpekyol nexweşên doşekê nagire, Nexweşxaneya Herêmê jî piştî erdhêja 30'yî mijdarê ya şîdeta wê 5.0 bû hate valakirin û li nexweşxaneyên Sahrayê dest bi xizmetê kir. Tenê avahiya nexweşxaneya Stenbolê saxleme û dikare bê bikaranÎn. Nexweşxaneyê 3 meh berê dest bi xizmetê kir. Ji ber erdhêjê jî bi awayekî ne amadekirî dest bi xizmetê kir.Li nexweşxaneyê 16 hekîm û 10 hemşîre dixebitin. Ji ber kêmasiyan personelan pirsgirêk tên jiyîn. Bi taybetî jî hekîmên ku li serwîsa taybet dixebitin, her tim nobedarin. Midûrê nexweşxaneyê Omer Çîçeksay diyar kir ku ji bo ku kêmasiya personelan ji holê rabe serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Navendê dane û wiha got: "Li nexweşxaneyê yekîneyên wekî cerahiya mêjî, cîldiye, norolojî û psîkîyatrî tuneye." Çîçeksay bang li hemû doktorên Tirkiyeyê kir û xwest ku bên Wanê bixebitin. Çîçeksay bal kişand ser pirsgirêkên xebatkaran û wiha got: " Me qatekî nexweşxaneyê ji bo personelan veqetandiye. Şert û mercên ku hekîm û hemşîre tê de ne qet ne başin. Ji bo xebatkaran divê konteynêr bên dayîn."

Gazincên yekem şewb e

Di nava kesên ku serî li nexweşxaneyê didin de herî zêde kesên bi nexweşiya zikêş û emel ketine hene. Ji ber şert û mercên ne hijyenîk û hewaya sar enfeksyon pir zû tê girtin.


GULER CAN - DÎHA/VAN