
Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder ê di koma civîna partiya xwe de axivî û têkîldarî îdîayên bi “hikûmetê re hevdîtinê pêk tînin”, got, bi temamî derew e û wiha axivî: “Dê perenga sêyemîn di 16’ê Nîsanê de bikeve. Ev di destê me de ye. Heger em bixebitin hatina biharê em ê di 16’ê Nîsanê de pîroz bikin.” Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder di civîna koma partiya xwe de doh axivî. Onder, piştî Ahmet Turk axivî û têkîldarî rewşa akademîsyenên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin û di heman demê de mêvanên komê bûn, axivî.
‘Cubeyên avêtin nav heriyê wê bibin ala aştiyê’
Onder wiha dewam kir: “Li dijî zanistê û siberojên ronî neyariyekî bi vî rengî li vî welatî ti caran kêm nebûye û her çûye zêde bûye û heta îro hatiye. Akademîsyenên ku ji bilî daxwaza edalet û azadiyê ti sûcên wan nîne, we ew avêtin nava heriyê yê, ew cube wê bibin ala aştiyê.” Kesê ku şîrketa wî ya lêkolînê heye, nêzî hikûmetê ye, dibêje, parlamenterên mixalefetê devên xwe vedikin, dibêjin, Kurdan bi hikûmetê re li hev kiriye. Di nav de navê min jî derbas dibe. Wekî ku min bi Serokwezîr Yildirim re hevdîtin pêk anîbe. Bi temamî derew e. Hevdîtin jî tineye, hewldan jî tineye. Bi veşarî wekî ku hevdîtin heye propaganda tê kirin, ev di parzûna gel re derbas nabe. Bangawaziya me heye lê diyalog an jî muzakereyeke bi vî rengî tineye.
Li dijî feraseta tine dihesibîne
Sirri Sureyya Onder bal kişand ser gundê Nisêbînê Xirabê Bava jî û got, “Parlamenterên me, nûnerên rêxistinên mafên mirovan diçin lê destûrê nadin ti kesî ku derbas bibe. Divê her kes bizanibe ku li vî welatî demokrasî ji têkoşîna aştiyê cuda nîne. Der barê aqûbeta wan de divê îzahat bê kirin, ger hûn îtirazekê nekin, hûn ê bikevin halê keşeyê Elman. Ji ber vê yekê, divê her kes li ser vê mijarê hesab bipirse û kontrol bike. Ji Kurdan re tê gotin ku hûn bi halê xwe bikevin, li meydanên referandûmê xwe nîşan nedin. Ev nayê qebûlkirin, têkoşîna me bi qasî li dijî vê zilmê ye ewqas jî li dijî vê ferasetêye ku tine dihesibîne.
Onder rewşa parlemanterên HDP´ê Ferhat Encu û Îdrîs Baluken bi bîr xist, got, dadgehê ew bi yekdengî berdan û wiha dewam kir: “Peywira dozger ji bo îtirazkirina tehliyeya wekîlên me tineye. Dadgeheke din nikare vê yekê binirxîne. Tişta ku hatiye kirin bi temamî nehiqûqî ye. Ev biryar nîşan dide ku biryar çawa bi mekanîzmaya siyasî re dixebite. Piştre jî dibêjin bi dadgeha bawer bikin, biçin îfade bidin. Em nabin amûrê vî nehiqûqî ye.”
Em edaletê dixwazin
Onder li ser mijara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) jî got, “Welatek dikare her tişta xwe winda bike. Lê du tiştan nikare bi şûn ve bîne. Ya yekemîn, canên ku ji dest tên dayîn. Ya din jî dema ku edalet ji dest tê dayîn. Dadgeheke bi navê AYM heye. AYM’ê di qedexeya twitterê re di 8 rojan de biryar da. Pirsgirêka ragihandinê bû û biryareke ji berê de dayî bû. Li vî welatî îradeya vî gelî zêdetirî 100 rojî ye ku dîl hatiye girtin. Li bendê ne ku li girtîgehê tiştek bi hevalên me bê. Ez bang li dadgeriya bilind dikin, di daxwaza me de tiştekî nerewa nîne. Tenê hûn li gorî edaletê tevbigerin bes e. Di vê de tiştekî neqaqûnî tineye. Em edaletê dixwazin. Em ji kesekî merhemetê naxwazin.”
Dijminatiya li dijî Kurdî
Parlamenter Sirri Sireyya Onder herî dawî wiha hişyar kir: “Ya ku diçe hêviya me ya bi hev re jiyanê ye, daxwaza me ya welatê hevpar e. Ji ber xurafeyên we, îro li Rojava yên ku îdîa dikin paqijiya etnîk tê kirin ti caran li gorî rastiya vê derê pratîkekê nakin. Tenê bi qeyûm hilbijartinê betal dikin. Li bajarên Kurdan tiştên ku ewil kirin, rakirina tabelayên Kurdî bû, xizmeta Kurdî betalkirin e. Piştre jî ji muhafezekaran deng dixwazin. Dê perenga sêyemîn di 16’ê Nîsanê de bikeve. Ev di destê me de ye. Heger em bixebitin, em ê hatina biharê di 16‘ê Nîsanê de pîroz bikin.”
ENQERE