Li Kobanê û gundên wê heta berê şer 250 kes dijiyan. Piştî ku di 2011 şer li Sûriyê dest pê kir, hejmarek ji gelên Kurd û Ereb ku li bajarên Sûriyê yên wekî Heleb, Şam, Humus, Derya, Dêre Zorê û Idlibê dijiyan, ji ber rewşa şer a li wan bajaran koçî Kobanê û gundê wê kirin. Bi hatina gelê Kurd û Ereb li bajarê Kobanê hejmara welatiyan gihîşte 450 hezar kes.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 15’ê Îlonê ya li ser Kobanê û gundên wê, gel ji metirsiya pêkhatina komkujiyan neçarî ma ku koçî Bakûrê Kurdistanê bike.

Di encama berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê navenda bajarê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqjikirin û dest bi pêngava  rizgarkirina gundên Kobanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê kirin. BI vî rengî pêla vegera welatiyên Kobanê jî dest pê kir û roj bi roj zêde bû.


Di nav 9 mehan de 175 kes

Li gorî Desteya Kar û Barên Civakî li Kantona Kobanê di  nava 9 mehan de 175 hezar welatî vegeriyan ser cih û warên xwe û jiyana xwe ya asayî berdewam dikin.

Vegera welatiyên Kobanê hîn jî berdewam dike, deriyê sînor yê Murştpînar ê di navberî bakurê Kurdistanê û Kantona Kobanê, di heftê de roja duşemê û pênşemê ji bo vegera Kobanê tên vekirin û di heftê de zêdetirî 3500 welatî vedigerin.


KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ