Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li rojavayê Kantona Cizîrê pevçûnên dijwar diqewimin û diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê duh bi şev li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê li dijî komeke çete ya di nava tevgerê de bû çalakî pêk anîne.

Hat ragihandin ku di vê çalakiyê de wesayîtek çeteyan hat rûxandin û bi qasî hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin.

Navendê diyar kir ku danê vê sibehê jî çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî gundê Xerîta yê di navbera Hesekê û Til Temir de ye, êrîşeke berfireh dane destpêkirin û destnîşan kir ku pevçûnên li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê destpê kirin, li çend qadan dewam dikin.


Li Kobanê operasyona YPG/YPJ’ê 

Di dewama daxuyaniyê de li ser bîlançoya roja 205. a berxwedana Kobanê de jî agahî hat dayîn û hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ’ê duh bi şev li başûrrojhilatê Kobanê li hemberî qadên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin operasyon pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê operasyona li girên stratejîk ên di navbera gundên Xweydankê û Dêrfilît bi serketî bi encam bûye, qad ji çeteyan hatiye paqijkirin û 18 çete hatin kuştin. Hat ragihandin ku di vê operasyonê de şervanekî YPG’ê yê di serketinê de roleke girîng lîst, jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê wekî din da zanîn ku danê vê sibehê, çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Kobanê êrîş kirine û ji ber vê êrîşê li gundên Girêk, Norellî û rêbenda Dîcleyê pevçûnên dijwar qewimiye.  Navendê got ku ev êrîş hatiye şikandin û hêzên YPG/YPJ’ê li hemberî çeteyên li vê herêmê dest bi operasyonê kirine.


 NAVENDA NÛÇEYAN




Bîlançoya Adarê


Navenda Çapemeniya YPG’ê bîlançoya şerê û berxwedana hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şer û pevçûnan de 1342 çete hatine kuştin û cenazeyên 202 çeteyan ketine destên şervanan. Her wiha 61 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

DI daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de derbas dibe ku 74 çalakî û operasyon pêkanîne. Her wiha bi beşdarî 55 şer û pevçûnan bûne.  Çalakiyên êrîş-operasyon û temas-pevçunên ku encamên wê ne diyar jî  23 ne. Gor daxuyaniyê DAIŞ  bi tirimpêlên bombebarkirî 2 êrîşên xwekujî pêk anîye. Di encama şerê meha Adarê de 1342 çete hatin kuştin.202 cenazeyên çeteyan ketine destên şervanan. Hejmara çeteyên bi saxî hatine girtin jî 9 in. Her wiha YPG ragihand ku 61 şervanên wan jî jiyanên xwe dest dane.

Amûr û çekên çeteyan ên hatine rûxandin: 23 tirimpêl, 2 doçkayên 23, tangek, 2 tireks, 2 panzêr, 5 motoskilêt, hawanek, tirektorek. Gellek amûrên şer û teknîkî jî hat bidestxistin