Li kampa Robar a Efrînê ku koçberên ji herêmên Şehbayê dihewîne, bi tenê 325 kon hene. Di van konan de 450 malbatên koçber hene ku teqabilî 5 hezar kes dikin. 

Niha li kampa ku ji karîna xwe zêdetir 2 hezar koçberî dihewîne, di paşguhkirina cîhana navneteweyî de, bi dijwarî dijîn.

Pêdiviya koçberên vê kampê bi kon, pêdiviyên jiyanî, xwarin û xwedîderketineke navneteweyî heye. Lê careke din mîna me li jor bi nav kir, bi tenê li rastî bêdengî û paşguhkirinê mane.

Li konekî vê kampê, malbatên Umer Xalid, Îman Xalid û Ebdulselam Xalid ên ji gundê Şêx Îsa yê Şehba ku di 27’ê Gulana borî de, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê gundê wan dorpêç kirin, koçberî Efrînê bûbûn. Hersê malbatên ku ji 18 kesan pêk tên, wek malbatên din ên koçber di konekî 16 m2 fireh de dijîn. 


Xwe spartin Efrînê

Rama Hisnî ku yek ji wan 18 kesên di konekî de ye, got, “Me koçî Kantona Efrînê kir. Berpirsyarên kampê pêdiviyên girîng ji me re peyde kirin. Lê belê em 3 malbat in û ji 18 kesan pêk tên. Lewra vê alîkariyê têra me nekir. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku alîkariya me bikin û jiyana dijwar li ser me sivik bikin.”


Derfeta dayîna alîkariyê kêm e

Endamê Rêveberiya Kampê Mustefa Şbabo jî da zanîn ku her roj bi sedan koçber tên herêmê. Şbabo bi bîr xist ku Kantona Efrînê di nava ambargoyê de ye û got, tevî vê yekê jî li gorî derfetên heyî ew wan pêşwazî dikin, lê derfeta me ya bi qasî peydakirina hemû pêdiviyên wan tune ye.


Banga alîkariyê

Di vê çarçoveyê de Mustefa Şbabo bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar ên alîkariyên mirovî kir ku alîkariya koçberên tên Efrînê, bikin.

Ji 25’ê Gulana 2016’an ve ji ber êrişên li dijî herêmên Şehbayê pêla koçberan ber bi kantona Efrînê ve zêde bûye. Ji wê demê ve 22 hezar û 341 koçber derbasî herêmê bûne.   


 FÎDAN EBDULLAH/ANHA/EFRÎN