18 salin tiştek nemaye li ser komploya naveneteweyî nehatibe gotin. Bawer im ku hîn jî pir tişt hene ku li hember vê komployê divê werê kirin. Komploya navneteweyî ya di şexsê Serok Ocalan de li hemberî gelê Kurd û mirovên azadîxwaz hat kirin dikeve sala 19’an. Hebûna zîndan, sîstema îşkenceyê û tecrîta Îmralî şermeke mirovahiyê ye û rûreşiyeke sedsala 20’an bû ku mirovayî bi vê rûreşiyê derbasî sedsala 21’ê bû. Her sal çend pirs hene ku em weke gelê Kurd ji xwe dipirsin û li bersivan jî digerin, gelo Komplo berdewam e? Eger hatibe pûçkirin, kîjan aliyê wê hatiye pûçkirin? Eger berdewam e çewa berdewam e? Yên li azadiya xwe digerên wê tekez kêm jî be wê li bersivê van pirsan bigerin û wê ji bo pêdiviyên bersivdayînê jî bikevin nava tevgerê. Ev pirs ne pirsên ji rêzê ne ku bi rêbazên kilasîk werin bersivandin. Ev rûreşî ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û berdewamiya pirsgirêk, krîz û koasan bû ku hêzên navneteweyî hespên xwe tê de bibezînin.
Serok Ocalan hem di parêznameyên xwe de hem di paradigmayên xwe yên nû de ev pêşkeşî mirovahiyê kir. Pêre jî bi analîzên xwe perdeya li ser krîz û kaosên dîrokî, rojane rakir û bi awayekî rût danî pêşberî mirovahiyê.
Eger ev sistema eşkence ya Îmralî hîna di vê asta tecrîta kûr de tê birêve birin, ji ber berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî ye. Lê tişta ku di pêvajoya komplo de îspat bûye ew e ku Ocalan netenê wek serokekî Kurdan ne. Bi vê guherînê re jî derketiye holê ku tevgera azadiya gelê Kurd ne wek tevgerên Kurd ên dine. Bi rêbaz, model, têkoşîn û felsefeya xwe bêmînak e di cîhanê de. Ew jî di salên dawî de û bi Şoreşa Rojava re Ocalan weke lîderêkî Rojhilata Navîn tê qebûlkirin û li ser erdê hêviyên gelek mezin li modêl û rêbazên paradîgma konfedralîzma demokratîk tê kirin. Berê di têkoşîna gelê Kurd de ji bo pûçkirina komployê Kurd tenê bûn, dostên Kurdan di nava gelên din de belkî ji bi qasî hijmara tiliyên destan nedibûn. Lê ev rewşa di asteke de hatiye gurhurtin ku mirov di sala 1999’an de di xew de jî nedidît.
Di meşa dirêj ya Strasbûrgê de bi deh hezaran Kurdistanî meşiyan. Lê vê carê ji salên borî dû tiştên bala mirovan dikşand. Yek ji wan ew bû ku ji meşvanan nîvî zêdetir ciwan bûn. Ya duyem jî kesên enternasyonal bi hejmajreke zêde hatibûn. Ji analîzên cuda mirovî dikare bêje wan bi tavahî baweriya xwe bi tezên Serok Ocalan anîne û ji bo piratîk kirina wê jî tevlî meşê bûne. Ev yek jî dihêle ku diwarên li dora Serok bêwate bibin. Peyvên xweserî, neteweya demokratîk, veguherîna mêr, komîn û hwd. êdî tenê ji devê Kurdan dernakevin. Li ber çava ye ku êdî têkoşerên enternasyonal jî van peyvan hem bikartînin hem jî naveroka wan dadigirin. Ji xwe îsal beşdariya hejmareke mezin ji kesên enternasyonal di meşa dirêj a ber bi Strasbûrg ve ku li cihê dadgeha mafê mirovan ya Ewrupa çêbû, bala herkesî kişand. Eger armanca komplogeran parçekirina tevgera azadiyê û lihevxistina wê be. Ev yek têk çû. Ji ber ku paradîgmaya Ocalan netenê gelê Kurd gelên bindest ên cîhanê, jinan her wiha ciwanan li dora xwe digihîne hev.
Meşa dirêj a 10 rojan ku li Strasbûrgê bi tevlî bûna ji 19 gelên cuda pêk dihat, ji bo azadiya Ocalan û statû ji bo Kurdistanê hat lidarxistin. Vê carê netenê ji bo hezkirinê tevlîbûn çêbû, vê carê gelan ev meş wek meşa xwe dîtin û bi awayekî aktîf têkoşiyan. Li aliyekî mîtînga Strasbûrgê têkoşerên jin (S- Alman, R- Holandî, L- Belçîkî) di nava xwe de bi zimanê Kurdî qala tevlîbûna xwe ya têkoşînê dikirin û coş û kelecanê xwe bi hev re parve dikirin. Carinan bi Almanî û carinan ne jî bi Kurdî qala fikrên xwe dikirin. Ev ne tenê tekane tabloya vê meşê bû.
Li Rojava, Rojhilat, Bakûr û heta Başûr jî mirovî dikarê bibîne ku ev yek bi taybet jî di nava ciwan û jinan de xwe dide der. Belê komploger di teslîmgirtina rihê berxwedêr de bin ketine.
Ji bo azadiya Serok Ocalan û têkbirina tevahiya komployê hîna jî hem berxwdan û hem jî di avakirinê de pir tişt mane werin kirin. Eger heya niha saziyên alternatîf ên civakê bi xurtî nehatine avakirin û hin jî li hin deveran çav li dewletê ye. Eger heya niha zimanê dayikê weke zimanê jiyan û perwerdeyê li her derî naye bikaranînîn, pirsgirêka azadî tenê weke pirsgirêka jinê tê dîtin, civakê xwendina pirtûkan nekiri be derdê xwe, pirsgirêkên civakî hîn di asteke kûr de ye û rojane jin tên kuştin û pir egerên din, wê demê komplo wê her xwe nû bike û emê jî salan bijmêrin.
Teqez ya sistema îşkence û tecrîta li ser Serok Ocalan hilweşînê hem têkoşîn û berxwedan û hem jî avakirina sistema nû û alternatîfa û bi tevahî xwe ji hêviyên vê sistema hov qûtkirine. Eger eşkence û tecrîta Îmralî şerme ji bo hemû mirovahî, wer bawer im ku parek ji vê şermê jî ji bo me ye.