Pêr di saetên êvarê de girûpeke ku ji 5 jinên, zarokek û 2 zilaman pêk dihat, dema dixwestin sînorê di navbera bajarê Tirbespiyê yê ku 30 km li rojhelatî bajarê Qamişlo dikeve û Bakurê Kurdistanê re, derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin. Di encamê de 4 jin birîndar bûn û her du zilaman jî jiyana xwe ji dest da.
Leşkerên Tirk her wiha roja 26’ê îlonê li gundekî Girê Spî û şevê din jî li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de, komkujî pêk anîn. Di encamê de li Serêkaniyê 7 û li Girê Spî jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.