Însiyatîfa Rojnamevanên Azad li ser meha Hezîranê raporek weşand û diyar kir ku 192 rojnamevan girtî ne.
Li gorî raporê, meha Hezîranê ji bo rojnamevan û nûçegihanan li Tirkiyeyê wiha derbas bû:
* Tevde 192 rojnamevan/nûçegihan girtî ne.
* Di vê hemê de 2 nûçegihan hatin binçavkirin, 2 jî hatin girtin.
* 33 heb tên darizandin. Li yekî 1041 roj cezayê pere hate birîn. -Doz li 7 rojnamevanan hate vekirin.
* 3 rojnamevan/nûçegihan piştî darizandinê beraat kirin. Polîsan avêtin ser buroyeke çapemeniyê û bi saetan lê lêgerîn kirin.”
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad xwest, 192 rojnamevan/nûçegihanên girtî ku 70 endamên wan jî di nav de ne, tavilê bên berdan.
AMED