Bi îdîaya Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk kuştiye, cezayê muebata giran li Şefê Nivîsgeha Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû hatibû birrîn. Mesûtoglû, ji bo mehkemekirineke adil ev 193 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Saîme Ateş Mesûtoglû îna bihurî çû Hepsa Tîpa T a Sêwregê û hevjînê xwe dît. Mesotoglû, diyar kir ku bin çavên hevjînê wê reş û şîn bûne, gêja wî diçe, bi zorê di nêrdewanan de diçe û tê, nexweşiyên tansiyon û şekir lê peyda bûne û ji roja ketiye greva birçîbûnê ve jî 35 kîlo li xwe kêm kirine.
Hefteyekê neçim wî nas nakim
Saîme Mesûtoglû anî ziman ku hevjînê wê Şerîf Mesûtoglû ev 192 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, “Ma kesekî di hepsê de be û doza edaletê bike, wê moralê wî çawa be? Her hefte diçim, lê her diçe rewşa hevjînê min xirabtir dibe. Ma dibe ku mirov hevjînê xwe nas neke? Yanî tiştekî wiha bûye. Hefteyekê neçim, ez ê wî nas nekim”.
Tenê bedena min maye
Saîme Mesûtoglû diyar kir ku hevjînê wê jê re gotiye: “Di destê min de tenê bedena min maye. Min nekiriye. Bi awayekî dixwazin têxin stûyê min. Ez qebûl nakim. Niha tenê dikarim tiştekî bikim, ew jî greva birçîbûnê ye. Heta bi awayekî adil neyêm mehkemekirin, çalakiya min wê bidome.” Saîme Mesûtoglu got, hevjînê wê dixwaze adilane bê mehkemekirin û wiha dewam kir:”Şerîf carekê jî agir bi canê xwe xist. Du caran ket rojiya mirinê. Û niha jî di greva birçîbûnê de ye. Û bi dengekî bilind dibêje ‘ez ne kujer im’. Ez jî dibêjim. Dîtina kujerên rast ne zor e. Temam, dev ji me berdin, tenê bila li gotinên malbata qeymeqam binêrin. Bila daxwazên wan pêk bînin. Heger daxwazên wan pêk bên, kujer wê bê dîtin”.
Mesûtoglû, diyar kir ku biryara dadgehê ne bi dilê malbata qeymeqam e jî û got, “Malbata wî dibêje, ‘kujerên kurên me nehatine dîtin, nehatine dadgehkirin’. Gumanên wan pirr in. Lê dîsa jî kes ranabe û li wê dosyeyê nanêre. Ev dosye diçe ku bila biçe, wê bê xerakirin. Herî dawî wê li DMME’yê bê xerakirin. Niha li Dadgeha Bilind e. Hêvîdar im Dadgeha Bilind rastiyê bibîne. Ez û 2 zarokên xwe, ev 4 sal in li dû edaletê ne. Li Edaletê digerim. Lê nabînim”.
MA/AMED