Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun got, heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe, şertên azadiyê wê ava nebin û wiha peyivî: “Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê Îlonê Roja Aştî û Cîhanê tenê bi betalkirina tecrîdê wê manedar be.”

Rêxistina HDP’ê ya Amedê, bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi rasthatina 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, dest bi amadekariya mîtîngê kir. Di 1’ê Îlonê de wê bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ li Meydana Îstasyonê mîtîng pêk bê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun da zanîn ku mijara sereke ya mîtîngê tecrîda li dijî Ocalan e û got, “Heta tecrîd bidome, wê şert û mercên aştiyê ava nebin. Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê tenê bi betalkirina tecrîdê wê manedar be.”

‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’

Remziyeyê di dewama axaftina xwe de xwest, gel li dijî tecrîda Îmraliyê bibin yek deng û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştiyeke rast bi rakirina tecrîdê pêkan e. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heta gelê Kurdistan û  Abdullah Ocalan azad nebin, şert û mercên azadiyê jî ava nabin.”

 

MA/AMED