“Divê gav bê avêtin. 1’ê îlonê  dîroka dawî ye. Ger di 1’ê îlonê de gav neyê avêtin wisa xuyaye ku armanc ne çareseriye, armanc komkujî û tasfiyeye. Bê guman dê wê demê tevgera azadiyê û gelê Kurd li dijî vê tasfiyeyê xwe biparêze."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji Ronahî TV re geşedanên dawî nirxand. Bayik da zanîn ew ketine pêngava duyemîn ya çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Ev proje ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd gelek girînge.” Bayik got Ocalan jî di vê mijarê de bi berpirsyariyek mezin tevdigere.

'Hikûmet nêzî çarseriyê nabe'

Bayik di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir  ku Ocalan bi vê berpirsyariyê heta niha gelek projeyên çareseriyê daniye holê û wiha pê de çû: “Lê nêzîkatiya hikûmeta Tirk di vê mijarê ji bilî neqebûlkirinê wêdetir nîne. Rêber Apo herî dawî 8 komîsyon pêşkêş kir. Xwest ku ev komîsyon bên avakirin û ji bo demokratîkbûn û çaresriyê pêşnûmeyan amade bike û pêşkêşî meclisê bike. Xwest ev pêşnûme li Meclisê bên qanûnîkirin û bi vî awayî bi avêtina gavên demokratîk derbasî pêngava sêyemîn ya çaeseriyê bibin.
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir û wiha got: “Ger bi rastî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd daxwaz hebe, Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ev avakiriye. Divê êdî gav bê avêtin. Ger gav neyê avêtin, 1’ê îlronê roja dawî ye.”
Bayik da zanîn ku divê êdî dest ji lîstikên vala berdin û wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê îlonê roja dawî ye. Heta 1’ê îlonê gav neyê avêtin wisa xuyaye ku ne çareserî, tasfiye û komkujî plana wan ne. Lê tasfiye ne mumkune. Bê guman dê tevgera azadiyê û gelê Kurd xwe biparêze. Heta niha xwe çawa bi rêve bir dê ji vir şûnde jî wisa bi rêve bibe.” 

BRUKSEL