Li gorî nûçeyên ajansa MIHR, 26’emîn festîvala navdewletî ya Sîne Koêst ku yek ji festîvalên girîng e ji bo fîlmên sînema li Emerîkayê dê mevandariya du fîlmên Kurdî bike.
Kurtefîlmê Yek Hîç bi derhênertiya Saman Hisên Pûr wê di beşa kêbirkêya kurtefîlman a festîvala Sîne Koêst a navdewletî de beşdar bibe.
26’emîn festîvala navborî dê di navbera 1 û 13’ê Adarê de li DYE´yê were lidarxistin.
Her wiha fîlmê Gela Payîzekan jî her weha bi derhênana Saman Hisên Pûr dê di çaremîn festîvala navdewletî ya Talî li herêma Florîda li DYE´yê beşdar bibe. Li gorî agahiyên Pêwendiyên Giştî yên Navenda Hunerî ya parêzgeha Sinê dayî, ev festîval wê di navbera 19 bo 20´ê Sibatê de birêvê biçe.
Saman Hisên Pûr derhênerê Sînema ye, 23 salî ye û heta niha 3 kurtefîlmên sînema derhênane: Masî, Yek Hîç û Gela Payizekan, fîlmên wî li 200 festîvalên cîhanê jî beşdar bûne û bi dehan xelat jî bidestxistine.
SÎNE