Seroktiya Daîreya Karên Civakî û Çandî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 22-23’ê Nîsanê de wê bi dirûşma “Bi pirtûkan re aştî” 2. fuara pirtûkan bê li dar bixin. Amedekariya fuara pirtûkan yê ku berî du mehan despêkirî tamam bûn. Mêvanên ku wê tevlî fuara pirtûkan bibin diyar bûn û bernameyê fuarê di rojên pêş de wê bên eşkere kirin. Di fuara pirtûkan yê ku amedekariya pêşwazîkirina hezaran kes hatî kirin de wê panel, hevpeyvîn û dîwan bên lidarxistin. 100 pirtûkxane û 60 wêjevanên navdar wl tevlî fuarê bibin û wê 30 panel, hevpeyvîn, helbest û dîwan bê li darxistin. Fuara ku wê li baxçeyê Odeyên Sanayî û Bazirganiya Wanê bê li darxistin de, ji 22’ê Nîsanê roja Înê saet 10.00’an de despêbike û heya saet 20.00 vekirî bimîne. Nivîskarên pirtûkan wê bi xwendekarên re xwe bên cem hev.
WAN