2 hezar û 70 kes beşdar bûn
25 komele û weşanxaneyên Kurdî bi awayekî onlîne kursên Kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku 2 hezar û 70 kes beşadarî van kursên onlîne bûne.
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Weşanxaneya Aram, Weşanxaneya Aryen û Weşanxaneyan Morî, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, MED-DER û Torza Ziman û Çanda Kurdî jî di nav de 25 sazî û weşanxaneyên kurdî kampanyayeke bi awayekî onlîne ya ji bo kursên zimanê Kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku elaqeyeke zêde ji bo van kursan çêbûye û ji 17'ê Gulanê heya 1'ê Hezîranê ji bo 2 hezar û 70 kesî 27 sinif hatine vekirin. Dersên kurmancî û krimanckî li ser sepana ZOOM'ê hatin dayîn.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, got, ligel kampanyayê wan hewl daye peywendiya di navbera saziyên Kurdî de xurt bikin. MA/STENBOL