Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dirbêsiyê Komeke çekdar ya girêdayî rêjîma Baasî êrîş birin ser kurdan, 2 kurd hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Hêzên rejîmê 3 kurd jî girtin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, pêşî endamê Koordînasyona Azadîxwazên Dirbêsiyê Ciwan Qetnê ji aliyê hêzên rejîma Baasê ve hatiye revandi. Piştî bûyer hat bihîstin, Apê Ciwan Qetenê ji bo were rizgarkirin, serî li Komîteya Parastina Gel daye. Dema endamê komîteyê didin pey şopa endamên rêjîmê dikevin kemînê û rastî êrîşa çekdarî tên. Di êrîşê de endamê komîteyê Kemal Husên Ehmed jiyana xwe ji dest da. Di heman êrîşê de yek ji endamên komîteyê birîndar bû û 3 kes jî hatin girtin. Di heman demê de Ciwan Qetnê yê hatibû revandin jî hate kuştin. 

Tev-Dem: Erîş plankirî ye
Li ser êrîşa ku pêk hatiye, Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ciwanê kurd Ciwan Qetne dema di civînekê de bû, ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatiye revandin. Koordînasyona Tev-Dem'ê da zanîn ku ev êrîşeke plankirî ye û bi vê êrîşê dixwazin xelkên li Dirbesiyê li dijî hev derxînin.

Berpirsyarê êrîşê rejîma Baasê ye
Tev-Dem weha dawî li daxuyaniya xwe anî:"Em bi awayekî zelal û eşkere didin zanîn ku yekane berpirsiyara êrîşa hovane rêjîma Baasî û pêxwasên wê ne. Divê her kes baş zanibe ku rêjîm wê hesabê van kiryarên xwe bide. Em bang li gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li dijî lîstokên rêjîmê yên qirêj hişyar bin û li hemberî hewldanên peydakirina şerê navxweyî bi hestiyarî tevbigerin."

DIRBÊSIYÊ