2 mehan 30 hezar
Sebrî Nebo da zanîn ku di 2 mehên dawî de 30 hezar kes ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker ji Girê Spî xwe li herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser girtine. Bêdengiya navdewletî ya li hember sûcên dagirkeran asta koçberiyê zêde dike.”
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo sedemên zêdebûna hejmara koçberan ji herêma dagirkirî li herêmên Rêveberiya Xweser diyar kir.
Nebo got, li herêmên dagirkirî sûcên der exlaqî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên resen zêde bûne û diyar kir ku armanca pêkanîna van sûcan ew e ku herêmê ji niştecihê wê vala bikin da ku dest bi guhertina demografîk bikin, çeteyên xwe li şûna wan bi cih bikin û dest deyne ser milkên şêniyên ku hatine koçberkirin.
Nebo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya civaka navnetewî sûcên xwe li dijî herêmên dagirkirî pêk tîne û got: “Ji wê zêdetir biryarên civaka navdewletî hîna dagirkirina dewleta Tirk rewa dikin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di vê dawiyê de biryar da ku alîkariyên mirovî di dergeheke di bin rêveberiya dewleta Tirk a dagirker de derbasî Sûriyê bibin.” ANHA/EYN ÎSA