Katedrala Naumburger a di sedsala 13’emîn de hatî avakirin yek ji berhemên girîng ê dîrokî ye. Ev der bi peykerên fena zindî yê hosteyê Naumburgî yê nenaskirî navdar in. Uta ya Naumberg (Di wêneyê de dixuye) xweşiktirîn jina çaxa xwe tê qebulkirin. Heger Hosteyê Naumburgî bizanîba ev peykerê wî, wê li dinyayê bi nav û bûbûya, teqez wê peykera mehdtirş bi bişirînekê bixemilanda. Ev Katedrala Naumburger ku bi peykeran tên nasîn, kete nav Lîsteya Mîratayên Cîhanê ya UNESCO.
Ev her du mîrateyên li Elmanyayê li gorî zemanê xwe bi stîla avahisaziya xwe eyan in. Li Bakurê Elmanyayê di sedsala 9’an de ji alî Wîkîngan ve ji bo parastina li navenda ticaterê Haithabu ku li ser rêya bircên Danewerka ku ji 30 kilometre dirêjtir e, hatiye çêkirin. Li wir mirov dikare li ji xeynî şerkeriya Wîkîngan û qedr û qimet dana wan a ticaretê bibîne. Bi van herduyan mîrateyên li Elmanya yên di lîsteyê de bûne 44.
FRANKFÛRT