Doh ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Spî, 2 nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) birîndar bûn.

ANHA´yê ragihand ku nûçegihanên wan Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed ên êrişên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî dişopandin, ji ber êrişa artêşa Tirk birîndar bûne. Nûçegihanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Wetenî.

Hate gotin, rewşa Gulîstan Mihemed a ji serê xwe birîndar bû giran e û tê emeliyatkirin. Îbrahîm Ehmed jî ji destê xwe birîndar bû û rewşa wî baş e.

 

GIRÊ SPÎ