HPG’ê 2 gerîlayên di 19’ê Mijdara 2019’an de li herêma Heftanînê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bîranîna wan bi serketinê tacîdar bike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
19’ê Mijdara 2019’an, ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 hevalen me şehîd bûn. Hevalê me Bariş Çinar bi nasnav Reşîd Bedran li Sêrtê ji dayik bûye û Mehmet Kara bi nasnav Reşîd Tolhildan li Erziromê ji dayik bûye.
Hevrêyên me Reşîd Bedran û Reşîd Tolhildan ên şehîd bûn, weke şopdar û afirînerên ruhê fedayî yê PKK’ê di nava têkoşîna me de roleke mezin lîstin. Li ser vê bingehê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd re em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
ANF/BEHDÎNAN