
Êrîşên li dijî Rojavaya Kurdistanê didomin. Nûçegiyanê ANHA ji Girkê Legê ragiyand ku duh saet di 5 sibê çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra êrîşî benden kontrolê yê dinavbera gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê Yekîneyên Parastina Gel kirin û şerên dijwar rûdane û şer heta niha didome. Hat ragiyandin di duh serê sibê de çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra bi çekên giran û tankan êrîşî bendên kontrolên dinavbera gundê Yûsifiyê û Cinediyê yên YPG kirine û şerên dijwar rûdane. Divî şerî de YPG’ê tangek wan komên çeteyan rûxandine û tê gotin bi dehan kuştî, bîrandar hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.
Gundê Qanaya hate rizgar kirin
Nûçegiyanê ANHA’yê Kobanê ragiyand ku, duh şevêdin şerên dijwar li Qanaya ê 30 km dikeve rojavaya Kobanê hebûn û di encamê wan şeran da gundê Qanaya bi temamî ji deste komên çete yê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra hatiye rizgar kirin. Hat ragihadin ku di şerê pêr de 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin û bidehan birîndarên xwe derbasî Tirkiyeyê kirine. Pêr jî gundê Îlecax yê wê heremê ji destên komên çeteyan hati bû rizgar kirin. Hat hînbûn li gundê Bîrkinê yê dikeve başûrê rojvaya Til Ebyed YPG operasyonek lidarxist û Bûldozerek hatiye rûxandin û 2 endamên komê çete hatine kuştin.
ANHA/QAMIŞLO