Li bajarê Tebqayê de di navbera şervanên Xezeba Firatê û çetyên DAIŞʹê de ji şevê din ve şerê giran rû didin. Di encamê de herî kêm 20 çete hatine kuştin û pêşveçûna şervanên Xezeba Firatê dewam dike. Di pêşveçûna baskên pêngavê de şervanan 2 gundên Reqayê rizgar kirin.

Li bajarê Tebqayê şêva din di navbera Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da. Di şer hê jî didome de, herî kêm 20 çete hatin kuştin, şervan bi qasî 500 metreyî nêzî Taxa Îskenderiyeyê bûn.

Tevî Taxa Îskenderiyeyê ya ku li rojhilatê Tebqayê, li Taxa Ayid Sexîr a li rojavayê bajêr û li derdora Bendava Firatê, di navbera Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çetên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da. Hat hîn bûn ku di şer de 20 çete hatine kuştin û şervan bi qasî 500 metreyî nêzî Taxa Îskenderiyeyê bûne.

2 gundên Reqayê rizgar kirin

Şervanên Xezeba Firatê gundên Kêbiş Rojava û Royal ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku li dijî sê gundên Reqqyê ku li dijî wan opersyon dan destpêkirin gundên Kêbiş Rojava û Royal rizgar kirin. Li herdû gundan şervanan dest bi xebatên lêgerînê kirin. Şevanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina gundên Mezrea Hikûmiye, Kebiş Rojava û Royal dest bi opersyonê kirin û berê xwe dan hersê gundan. Li wan gundan şerên dijwar rû dan û hejmarek çete hatin kuştin. Opersyona Şervanan li gundê Mezrea Hikûmî hîn jî didome.

Di şerê li hersê gundan de hejmarek çete hatin kuştin.


 REQA