20 esker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya 10’ê Gulanê ya li Girê Lêlikanê daxuyaniyek da û got, di çalakiyê de herî kêm 19 eskerên Tirk hatine kuştin. HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan li Bakurê Kurdistanê û li ajarên Tirkiyeyê jî agahî dan.
HPG´ê diyar kir ku di çalakiya 10’ê Gulanê de li Girê Lêlikanê 19 eskerên Tirk hatine kuştin, 8 esker jî birîndar bûne. HPG’ê ragihand ku li Çelê jî 2 eskerên Tirk hatine kuştin û ji Giresûnê heta bi Bedlîsê li gelek deveran çalakî hatine lidarxistin.
Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz
HPG´ê ji bo çalakiya li Lêlikan got, gerîlayan “di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, 10’ê Gulanê saet 09:50’î” bi çalakiyeke berfireh li Başûrê Kurdistanê li Girê Lêlikan derb li artêşa Tirk a dagirker xistiye. HPG´ê da zanîn ku gerîlayan ji 10 milan ve derbên giran li kozik, stargeh û konên “dijmin ên li ser gir” xistine û di encamê de 9 çeperên dijmin jî rûxandine. HPG´ê da zanîn ku gerîlayan 19 eskerên Tirk ên kuştî tesbît kirin û di çalakiyê de 8 esker jî birîndar bûne.
HPG´ê wekî din da zanîn ku gerîlayan 9’ê Gulanê ber êvarê li ser girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çalakiyekê 2 çeperên eskerên Tirk ên dagirker rûxandin û 2 esker jî kuştin.
Li Gîresûnê çalakiya gerîla
HPG’ê da xuyakirin ku li navçeya Çanakçi ya Gîresûnê gerîlayan çalakiya sabotajê kiriye. Li Bedlîsê eskerek, li Wanê jî ‘2 kontra’ kuştine.
HPG´ê got, gerîlayan “di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, 9’ê Gulanê saet 03:00´yan li nêzî navçeya Çanakçi ya Gîresûnê li hemberî 2 stasyonên bazê çalakiya sabotajê” kiriye û her du stasyonên bazê rûxandine. Gerîlayan paşê jî li dijî hêzên eskerî yên operasyonê jî saet 07:00´an çalakiya sabotajê kir, lê nekarîn zelal bikin ka çend esker hatin kuştin û çend hatin birîndarkirin.
HPG´ê da zanîn ku heman rojê saet 15:00’an gerîlayan li girê Radar ê li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker bi çalakiyeke sabotajê eskerekî Tirk kuşt û yek jî birîndar kir.
Ji bo du cezakirinên kontrayan ên 13 û 17´ê Adara Îsal jî HPG´ê got, gerîlayan 13’ê Adarê li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtanê ya Wanê kontrayê bi navê Metîn Ertaş ceza kiriye û
17’ê Adarê jî li taxa Hecî Bekir a navenda Wanê, kontrayê bi navê Fûat Kilavûz ceza kiriye.
ANF/BEHDÎNAN