ÎSMAÎL ÎBRAHÎM / ROJNEWS/ŞENGAL

Goristan û pîrozgehên Êzîdiyan yên li Şengalê wê bi hevkariya Nûnerê Êzîdiyan yê Rêveberiya Ewqaf a Iraqê ve werin nûkirin.

Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengal kir, ji derveyî qetilkirin û revandina bi hezaran jin, zarok û mêrên Êzîdî, pîrozgeh û goristan jî hatin rûxandin. Piştî 5 salan, Rêveberiya Ewqaf a Êzîdiyan a li Bexdayê dest bi nûjenkirina qub û goristanan kir.

20 goristan hilweşandin

Der barê mijarê de Xizmetkar Faxir Xelef axivî û got, “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê, xelkê me yê Şengalê koçber û derbeder bû. Komkujiyeke mezin bi serê me Êzîdiyan de anîn û nêzî 20 goristan hilweşandin. 8 ji wan li çiya ne û yên din li nav bajar in.”

Bi destê sê olan

Xelef di dewama axaftina xwe de ev agahî dan;”Piştî ku li Bexda Rêveberê Ewqaf a Şengalê Mihendis Silêman Aliyas Qolo bi nûnerê Xirîstiyan, Êzidî, Sabî, Mendanî û Meclîsa Rohanî ya Êzîdiyan re hevdîtin kir, biryar hate girtin ku ev mezargeh pêşî werin paqijkirin û piştre jî werin avakirin. Bi pereyê maliya her sê olan, bi destê zarokên herêma wan û bi vegera gel re bi aramî wê werin avakirin. “