Li ber nerazîbûna ji bo ‘Qanûna Polîsan a Nû’ ya li eyaleta NRW’ê, li Dusseldorfê bi tevlîbûna 20 hezar kesî meşeke protestoyê pêk hat. Di axaftinan de, êrîşên li ser demokrasî, derdorên çep û Kurdan hatin rexnekirin.
Pêr li Dusseldorf a Elmanyayê li ser banga partiya çep Dîe Linke û NAV-DEM jî di nav de derdorî 300 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên ciwan û jinan li dijî ‘Qanûna Polîsan a Nû’ meşiyan.
Di meşê de dîmenên renga reng derketin holê. Di meşê de qedexeya alaya PKK’ê jî hate şermezarkirin. Piştî meşa heta pêşiya avahiya Parlemetoya NRW’ê dom kir mîtîngek hate lidarxistin.
Peyamên piştgiriyê ji bo Rojava
Parlemetera Federal a Dîe Lînke Ûla Jelpke ya di meşê de axivî, rexne li polîtîkayên hikûmeta Merkel kir û diyar kir ku qanûna nû sînorên azadiyê teng dike û Elmanya ber bi dewleta polîsan ve diçe. Jelpke polîtîkayên dewleta Elman ên li hemberî Kurdan jî rexne kirin û got: “Elmanya bi taybet di êrîşa li ser Efrînê de di warê çekan de alîkariyeke cidî da Tirkiyeyê. Divê Elmanya têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re qût bike.”
Êrîşên xwe bi dawî bikin
Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan jî qanûna polîsan rexne kir û got: “Êrîşên li ser me di çarçoveya têkiliyên bi dewleta Tirkiyeyê re ne. Divê ev êrîş bi dawî bibin.” Di axaftinên gelek rêxistin û nûnerên saziyan de rexne li qanûna nû ya hate kirin. Her wiha peyamên piştgiriyê yên bi Rojava, YPG, YPJ’ê re hatin dayîn.
DUSSELDORF