NÎMET OLMEZ  / MA /WAN 


Ferhat Bîlgî yê ku ev 20 sal in li Wanê terzîtiyê dike û li gel hemû zor û zehmetiyan jî şal û şapik, şûtik û bergûzên ku di çanda Kurdî de xwedî cihekî girîng in, çê dike. 

Li Wanê çanda dirûtin û lixwekirina cilûbergên herêmî, didome. Ferhat Bîlgî yê ev 20 sal in li Pasaja Şafakê ya li navçeya Riya Armûşê ya Wanê dikana terzîtiyê vekiriye, şal û şapik, şûtik û bergûzên remza çanda Kurdî didirû. Bîlgî got, bavê wî jî ev kar dikir û ew karê bavê xwe didomîne û her çi qasî raxbet ne wek berê be jî, lê elaqeya ji bo cilûbergên gelêrî dewam dike. 

Bîlgî da zanîn ku ew ji şal û şapikan heta heta êlekên gelêrî û gelek cilûbergên din didirû û wiha peyivî: “Qumaşê Bergûz ji aliyê Êzîdiyan ve tê çêkirin. Bergûz tenê lixwekirineke zilaman e. Yên bergûzan çê dikin serê tiliya wan a beranî kûn e. Çêkirina bedlekî bergûz mehekê dirêj dike. Çêkirina bergûz ji hemû kincan zehmetir e. Buhayê wê ji hezar dolarî dest pê dike. Niha em nikarin wan bînin. Ji ber ku ji me re ji Şengalê dihatin.” 

 

Hem xeml û hem şîfa 

Bîlgî yê ku der barê şûtikan de jî agahî dan, got, bihayê şûtikan ji 400 TL’yî dest pê dike û wiha dewam kir: “Li Wanê ji bilî min kes şûtikan nadirû û nafiroşe. Ciwanên 20 salî jî û kal û pîr jî didin nava xwe. Çanda şûtikê çandek Kurdî ye û heta roja îro jî didome. Berê bêrîvanan li navtenga xwe dipêça û pê diçûn bêriyê. Her wiha di dawetan de wek xemla xort û jinan tê girêdan. Şûtik ji sedî sed bi mûyê bizinan tê çêkirin û şîfa ye.”

Bîlgî banag xwedîderketin û zindîhiştina mayeya çandî jî li xelkê Wanê dike.