
KAKŞAR OREMAR
20 sal derbas bûn. Roja ku Med TV sinorên manewî di nava Kurdan de rakirin, roj li pey roja din bi rêya wê pencereya tije ronahî, me xwe, nasname, çand û dîroka xwe baştir nas kir. Li jêr bi çend xalan, ez ê tenê behsa yek ji wan bernameyan bikim ku navê wê Şaneşîn bû. Şaneşîn du sal li pey destpêka karê MED TV´yê dest bi karê xwe kir û heya niha zêdetir ji heftsed bernameyên tomarkirî, kirine malê dîrokê. Spas ku Barzan bi ked û xebateke bêrawestan heya roja îro jî li ser wî karê xwe yê çandî berdewam e.
Bernameya wî wekî “Arşîva neteweyî” ye
Hinek derfetên dîrokî hene ku divê mirov baş bi kar bîne. Dema di 21.03.1995´an de MED TV´yê dest bi kar kir, Barzan Şasiwar yek ji wan kesan bû ku ew derfeta teknîkî baş bi kar anî. Û elbete pê re jî çi di warê zarokan û çi jî di warê hunerê de bernameyên baş pêşkêş kirin ku heya roja îro jî nû ne. Ew arşîv wek fondeke zêrîn a “arşîva neteweyî” bi derbasbûna sedan salan re jî qet ji bihagiraniya xwe kêm nake.
Şopa jiyana Kurdewarî
Di kar û xebatên wî de şopa jiyana Kurdewarî tim heye. Di tona deng, şano û heta pêşkêşvaniya wî da eşqeke wî ya taybetî tim tê hiskirin. Ez sirra vê hezê tenê rih û hêza wan kesan de dibînim ku bi karê xwe re li pey armancên pîroz in.
Kes li civakeke vala û jiyaneke bêpeywendî û danûstandin nabe hunermend. Barzan ev derfet jî heya radeyekê baş bi kar aniye. Bêcudatiya diyalekt û herêmên Kurdistanê, kesên hêja kirine mêvanên xwe. Kurd bi rêya wê bernameyê nêzî hev kirine.
Deyndarê keda Barzan Şasiwar in
Qedirnasî û rêzdarî di çanda gelan da nîşaneke bipêşketin û terbiyeya bilind a civakî ye. Di vê rêbazê de jî Barzan kesekî hêja bûye. Kesên weke Leyla Ferqî, Qadir Îlyasî, Beyto Can, Xalê Ehmed, Çopî, Hanî, Koma Jiyan, Kawe Urmiye, hinek endamên Koma Berxwedan û bi dehan kesên din, ger îro xwedî nav û nîşanekê ne, divê baş zanibin ku gelekî deyndarê Barzan, MED TV û Şaneşîn a rengîn in.
Eşqa stran û hunera Kurdî
Ya rast ev e ku hunermend bi giştî nizanin ku di bin bandora fikr, raman û hunera keseke din de ne, lê dema ku berhem û keda wan tê nirxandin, bixwe jî ecêbmayî dimînin hem li ber vê bandora nehişyar û hem ji li ber vê nêzîkatiya kesayetî û rewanî ku di navbera wan û hunermendên xwedî tesîr de hebûye û heye. Barzan di vê hêlê de jî dema guhdarî dengê ‘Cizîrî, Serhedî, Hewlêrî’yan kiriye, bi hemû hez û hissên xwe yên hesas û hunerî, hêsir barandine. Ji demên wiha re min pirr şahidî kiriye û carinan em jî bi wî re giriyane. Eşqa wî stran û hunera resen a Kurdî ye.
Şoreşegerekî çandî, sivîl û siyasî
Barzan di karê xwe de wek serkêşekî mûtewazî, bi tolerans, bi tore û rêzdar bûye û hîna jî wisa ye. Ji ber milên xwe yên bihêz û tehemûla bêdawî ji 1997´an heya roja îro bi rola şoreşegerekî çandî, sivîl û siyasî radibe. Ew kesek e ku li gorî min rihê ferheng, zaniyarî, agahî û lixwe zivirînê bêhtir ji gelek kesan di nava gel de zindî hêlaye.
Rexneyên wî bi zimanê hunerê birêveberên civakê û hikûmetê hişyar dikin. Hêzê didin gel û cesareta civakê li hemberî desthilatê zêdetir dike. Barzan Şasiwar ji hêlekê jî bi henekên xwe barana şahî û xweşiya dilê jin, mêr, pîr û ciwanan e. Felsefeya jiyanê di kar û xebatên wî de xwedî çêjeke xweş e.
Xwedî nasnameyeke Kurdistanî ye
Barzan di dirêjahiya 20 salan da hinek ronahiyên hemû aliyan xistin ser muzîka Kurdî ya kilasîk. Bîranîn û qedirnasiya ewên ku mane û nemane, êdî bûne ruknekî arşîva me ya neteweyî. Ev karê han bi rêya MED TV û bernameya Şaneşîn dewlemendtir bûye.
Bername û karên wî yên ragihandinê xwedî nasnameyeke Kurdistanî ne. Hunermendên ku di afirandina fikr û felsefeya welatperweriyê de xwedî gotin û ramanên taybet in, bi rêya wan bernameyên wî yên taybetî baştir hatine naskirin. Ew ji bo merameke wiha li her derê digere. Geh li Cizîra Botan Arif, Hesen û Seîd Axayê Cizîrî bi bîra me tîne, geh jî li Mûkiriyan û Hewlêrê heyranbêjên navdar bi bîra me tîne. Carinan jî li Sine, Kirmaşan, Efrîn û Qamîşlo ye. Gera wî ya bêliv û lebat biqasî sefernameya Marko Polo dûr û dirêj e.
Rewşenbîriya Barzan ya li ser hunerê û hunermendên me xwedî nasnameyeke Kurdistanî û berfireh nîne, lê wî pirr ked daye ku bi rêya bername û kurte şanoyên xwe Kurdan bi rêya zimanê hunerê nêzî hev bike. Di nêzîkkirina zaraveyên zimanê Kurdî yên dewlemend de jî keda Barzan ji ya nivîskarekî zimanzan kêmtir nîne.
Hewcedarî bi bernameyên weke Şaneşîn heye
Di hişyarkirin û bihêzkirina bîra civakî û dîrokî ya gel de rola hunerê gelek e, lê şertekî esasî ew e ku di ragihandinê de ew hunera resen û hunermendê wê qadê bêne bibîranîn, nasandin û teqdîrkirin. Kurdistana me dagirkirî û xwedî birînên xedar e. Muzîka welatekî birîndar û kovandar ku tim dixwaze bi qêrînên xwe bale bikişîne ser pirsgirêkên civakê, hewcedarî bi bernameyên weke Şaneşîn bû. Di karekî wiha de jî Barzan heya radeyekê serketî bûye.
Ez ji Barzan û hemû kedkarên qada xebata Kurdîniyê cansaxî û serfiraziyê dixwazim. Bi hêvî me ku ziman, çand, nasname û hebûna bi bernameyên wiha re bêhtir bê naskirin û parastin..
Barzan Şasiwar Kîye?

Barzan Şasiwar sala 1957´an li gundê Curnî di nava malbateke dengbêj li derdora bajarê Urmiyê hat dinê. Babê Barzan (Elî Nazdar Şasiwar) li herêmê dengbêjekî naskirî bû. Barzan heya 17 saliya xwe di nava şahî û şevbêrkan da stran digotin. Ji 17 saliyê û pê ve di xwendigehê de dest bi karê teqlîd û piştre şanoyê kir. Sala 1976´an dîpolomeya xwe stand û bo demeke kin çû zankoya leşkerî li Tehranê. Li wir nehiştin zankoya leşkerî bidomîne. Ew ber bi Başûrê Kurdistanê ve çû. Du salan li wir ma. Sala 1980´yî çû radyoya Kurdî li Tehranê. Li rex karkirinê di zankoya radyo û televîzyonê de derhênêriya radyoyê jî xwend. Sala 1984´an zewicî û du kurên wî (Hêmin û Hozan) hene. Sala 1987´an hat Ewrûpa û ji sala 1995´an be li TV´yên Kurdî Med, Medya û Roj TV xebitî û hê jî li Stêrk TV dixebite.