Sersala 2014´an  tevizî derbas bû. Hemberî ku sala 2013an, bû sala bêdengkirina çekan,  dengê Birêz Ocalan yê demokrasî li tevahiya cîhanê olan veda, sersal qersifî derbas bû.

Guman dikim, para komkujiya li Geverê, perdeya li ser Roboskê, lalûebkemiya Ewropa ya li hemberî “em edaletê dixwazin”, rûreşî û bextreşiya berdewam-kirina tecrîda li Imralî,  di vê helwesta xemgînî de heye.
Eniya kurd,  di şerê 40 salî de, sehwa tirsê berteref kir; lê eniya metînger hîna dixwaze ku sehwa tirsê bidomîne. Ji ber ku her dem kuştinan  dike û van kuştinan jî weke daqoqê himandî li dijî gelê kurd bikar tîne. Ev jî dibe sedema  kabûs û têba civakî.  Cihê ku bêbextî û kujerî lê hebe, sehwa tirsê her dem heye.
Sîstema netew-dewleta ku gemarî ji çavkaniyên wê dibarin, rêvebirên dewşirme ku dexûsî û bêbextiya telaqreş bingeha jiyana wan e, gavên dilsozî navêjin. Rêvebirên dewşirme, hîna bi îdeolojiya fermî diaxivin û di asoyên axftinên xwe de kulîlkên reş xwedî dikin.
Di dîroka kujer ya dewleta tirk de, yekemîn car,  “mirovên maqul” di sala 2013an de li nava gel geriyan,  aştî û şer pirsîn. Aştî derkete holê, lê bêdeng kirin. Helbet ev ne mucîze bû û yek ji encamên têkoşîna 40 salî bû. Mixabin me ev encam baş bikar ne anîn.  
Ew “qahhariya netew-dewletê” û hêza mucîzewî ya “îdeolojiya felzekê” têk çû. Ev tê wateya ku karakterê dewleta metinger têkçû, dîse jî me ev mijar  baş formule nekir û bikar ne anî.
Dewleta organîk, bi sîstema organîk, di nava demê de cîhaneke organîk  ava kiribû. Ev cîhana organîk, li ser du lingan hatibû saz kirin: Yek, nakokî bû, ya din jî wêneyê demokrasî bû. Aliyê nakokiyan çavkaniya faşîzma reş û faşîstan bû. Aliyê demokrasî jî, dîmenê hawarî û şagirtiya hêzên metinger bû. Wek hawar û şagirtên demokrasî haraket dikirin, lê dikuştin, tune dikirin. Di nava planê du alî de jî pirr baskên cûda hene.  Li dijî vê çerxa kujerî, dengê Ocalan yê demokrasî, ji Amedê li tevahiya cîhanê bela bû û olan veda. Lê baş ne hate dayin û baş ne hate bikaranîn.  
Di sîstema metîngeriyê de, her dem aliyek behişt e, aliyek dojeh e... Behişt pîroziya dewleta Xwedayî ye; dojeh jî di kêlên goran de veşartî ye. Ev rastiya ku mijara romanan e, baş ne hate destnîşan kirin.
Ol jî, pirtûkên pîroz jî hatine guhertin. Tore, pîrozî, hiquqê xwezahî hatin kuştin. Bi vî rengî  “jiyana di nava agirê veşartî” de derxistin holê. Bi vî rengî komên xelkê kirin nava rehabilîtasyonê û ezberek nû derxistin holê. Ev jî bû sedema lewazî, neçarî û bêzariya entelektueliya kurd. Mînak TRT 6 û hwd.
Di nava 80-90 salî de, dewleta tirk, gelê kurd kiribû  efendiyê ezberan. Lê şerê çil salî ezber teva têk birin. Di demeke ku tevahiya aktîvîteyên gelê kurd hatibûn rawestandin de, di ‘74an de, ciwanên kurd  li serê Çiyayê Kurdistanê agirê azadiyê pêxistin.   
Îro, em ketin sala 2014an. Temenê têkoşîna azadiya kurd jî kete 40î. 40  sal !...  Bi hesabê nifşan, nifşê yekemîn têkoşîn da dest pê kirin, nifşê duyemîn têkoşînê didomîne. Hîna jî sîstema organik, dixwaze nîrê li ser stuwê kurdan bi duwêlan bişidîne. Tê xwestin ku mina berî 40 salî, car din gelê kurd, bi tozika mirinê bi ferfitînin.
Entelektueliya kurd nebû bersiva  ferfitandinê û cewherê cangorî ne afirand.
Ev navê “jiyana di nava agirê veşartî de” ye.  Bi vî rengî, dixwazin car din gelê kurd ber bi “şikefta reş” daf bidin. Dixwazin Xweza û rastiyên jiyanê ji hatin dûr kirin. Li hemberî vê yekê, têkoşîna entelektuelî bi başî û rêkûpêkî  pêk ne hat.
Tarûmarkirina cografya, talana kulturê, wêraniya  ziman domandin. Ev jî bû qonaxa “xezeba cîhana tarî”  û xwestin hêdî hêdî agirê dilê mirovan bi tefînin, cewherê neynika paşerojan bihelînin û ji holê rakin. Hemberî ku çalakiyên kulturî ber bi gundên Kurdistanê berfireh bûn jî, têkoşîna li gorî daxwazan pêk ne hat.   
Dixwazin, “tecrîda  abadanî” di beden û mêjiyê kurd de sazkar bikin. Hebûna kurdan di “kefenê mumya-kirî”de asê bikin, bi darb-i meselên “hebû, nebû” di avzêmkên dîrokê de asê bikin.
Îro jî, tecrîda li Imralî,  senteza van siyasetan e. Komkujiya, li Geliyê Tiyarê, li Xerzanê, li Roboskê û li Parîsê û hwd. senteza van siyasetan e. Çeteyên li Rojava, li dijî gelê kurd komkujiyan dikin, senteza van siyasetan e. Dîplomasiya orîental ya hewldanên,  “dibin sîwana Opozisyona Suriye de tevlîbûna Konferansa Cineve 2”, encama van siyasetan e.  TRT 6, Dunya TV ku wek davikên li pêşiya entelektuelên kurd hatine vedan senteza van siyasetan e.
Ev şerekî taybet e û li demê belakirî ye. Ev,  tê wateya ku  dixwazin tevahiya gelê kurd bikin nava rehabilîtasyonê. Di “mikro kozmoz”a bedena kurd de, têkbirina cewherê berxwedanê ye. Li hemberî van teva, bi “makro kozmoz”a bedena kurdî, têkoşîna entelektuelî ne hate kirin.
Gotina dawî; Pêwiste entelektueliya kurd, sala 2014an bike sala kultur û edebiyata şoreşgerî. Bayê demokrasî, azadî û aştiyê bibalivîne, ji çavkaniyên gel ava zemreyî vexwe û wek henaseya şoreşger derbikevê holê.